Efxenistan xebatên xwe yên li ser rêya dorhêl a stratejîk a bi girîngî didomîne
Beşek ji rêya dorhêl a Efxenistanê ya girîng a stratejîk bi fîyeta 3.8 milyon dolara Emrîkayê hate asfaltkirin.
Wezareta Karên Giştî ya Efxenistanê ragihand ku beşek 11 kîlometreyî ji rêya dorhêl a girîng a welat bi tevahî hatiye asfaltkirin, ku ev yek gaveke din ber bi baştirkirina veguhastinê û zêdekirina mezinbûna aborî ve nîşan dide.
Berdevkê Wezareta Veguhestinê Mihemed Eşref Heqşinas di parvekirinek li ser medyaya civakî de ragihand ku rêya asfaltkirî ya nû ya ku navçeya Karuh a li parêzgeha Herata rojava bi herêma Laman a li parêzgeha Badghis a cîran ve girêdide, bi lêçûna 3.8 mîlyon dolara Emrîkayê hatiye temamkirin.
Rêya Bazinî ya Efxenistanê, ku damareke stratejîk a neteweyî ye ku 16 parêzgehan bi hev ve girêdide, di hêsankirina veguhastinê, kêmkirina dem û lêçûnên rêwîtiyê, teşwîqkirina bazirganiya herêmî û baştirkirina gihîştina xizmetguzariyan de ew ê roleke girîng bilîze.
Ev proje pabendbûna berdewam a hikûmeta Efxenistanê ji bo baştirkirina torên rêyan û ji nû ve avakirina binesaziya krîtîk li seranserê welat, ku ji ber îşxalê wêran bûbû, nîşan dide. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Îranê li peravên Kendava Ummanê tankereke petrolê ya biyanî ku tê de 6 milyon lître sotemeniya dîzelê ya qaçax hatibû dîtin desteser kir. Hat ragihandin ku pergalên navîgasyonê yên tankerê hatine sekinandin.
Rejîma îşxalker îro serê sibê bi ser gelek deverên Şerîaya Rojava de girt û gelek kes desteser kir.
Nûnerê taybet ê Serokê Emrîkayê Donald Trump, Steve Witkoff, li Berlînê bi Zelenskî û rêberên Ewropî re dicive, wekî beşek ji hevdîtinên ku armanca wan bidawîanîna şerê li Ukraynayê ye. Lêbelê, paytextên Ewropî berî destpêkirina danûstandinan ji Washingtonê garantiyên ewlehiyê yên zelal dixwazin.
Piştî ku wesayîteke leşkerî li Suweydayê ji teref dronekê ve hate hedefgirtin, hêzên ewlehîyê yên Sûrîyeyê agirbest wekî îxlalkirin îlan kirin û peyama "bersiveke tund" dan komên çekdar.