Fîloya Sumud a Kûrewî: Çavê xwe ji fîloyê neqetînin
Tevgera Cîhanî ya bo Xezzeyê ragihand ku keştî û qeyikên Zodiac ên girêdayî hêzên deryayî yên rejîma sîyonîst dema ku ber bi Xezzeyê ve diçûn, ji aliyê manevrayên talûke ve rastî astengiyan tên û alavên mîna astengkeran di ragihandina wan de tên hedefgirtin. Hat ragihandin ku keştî ji rêça xwe dernakeve.
Di posteke ku ji teref hesabê Global Movement To Gaza Turkiye (@gmtgturkiye) ve hatiye parvekirin de, hatiye ragihandin ku Fîloya Sumud a Kûrewî ku ji bo veguhestina alîkarîya mirovî ber bi Xezzeyê ve diçû, îşev ji teref keştî û qeyikên celebê Zodiac ên aîdî hêzên deryayî yên rejîma sîyonîst ve bi manevrayên talûke hatiye tacîzkirin.
Di postê de tekez li ser vê yekê hat kirin ku, ji bilî tacîzê, kamerayên fîlo û ragihandinên înternetê bi karanîna "cîhazên qutkirina sînyalê yên mîna jammer" têne hedefgirtin. Di daxuyaniyê de weha hat gotin:
"Îşev, keştîyên Hêzên Behrê yên îsraîlê û qeyikên bi şêweya Zodiac bi manevrayên talûke êrîşî filoya me kirin. Amûrên betalkirina sînyalê yên mîna jammeran ji bo hedefgirtina kamerayên me û ragihandinên me yên înternetê hatin bikaranîn, û ev yek bû sedema şerekî jiholêrakirina psîkolojîk."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku, tevî vê zextê, fîloya keştîyan bi biryardariyeke ku li rûmeta mirovan tê, rêwîtîya xwe ya ber bi Xezzeyê ve domand û tevî hêdîbûneke kurt jî, ew ê dev ji armanca xwe bernede. Lêbelê, daxuyaniyê hişyarî da ku "rîska êrîş û destwerdana leşkerî pir zêde ye" û bang li tevahiya cîhanê, civaka navneteweyî, medyayê û rêxistinên mafên mirovan kir ku fîloya keştîyan ji nêz ve bişopînin.
Global Movement To Gaza Turkiye jî banga xwe ya ji bo hevgirtina navneteweyî dubare kir û got, "Çavê xwe ji filoyê neqetînin: Destwerdaneke leşkerî ya îsraîlê dikare her dem çêbibe." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hikûmeta Xezzeyê, daxuyand ku rejima îşxalker ji 10ê Cotmehê ku peymana agirbestê ketîye merîyetê vir ve 591 caran agirbestê îxlal kirîye, di êrîşan de 357 Filistînî şehîd bûn.
Îranê li nêzîkî Girava Qeşm dest danî li ser du keştîyên ku 80.000 lître sotemeniya qaçax hildigirt.
Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê, ku ji rizgarbûna welat ji îşxalê ve têkoşîneke mezin li dijî maddeyên hişber daye, berdewam dike ku tiryakfiroşan ji nû ve perwerde bike û wan bi malbatên wan re bîne cem hev.
Di çarçoveya îxlalkirinên berdewam ên rêjîma îşxalker a peymana agirbestê li Xezzeyê de, ji ber êrîşên nû yên hewayî, Filistîniyekî canê xwe ji dest da û zarokekî jî birîndar bû.