Li Suweydayê bi dronê êrîş hat kirin, hêzên ewlehiyê peyama "bersiveke tund" dan
Piştî ku wesayîteke leşkerî li Suweydayê ji teref dronekê ve hate hedefgirtin, hêzên ewlehîyê yên Sûrîyeyê agirbest wekî îxlalkirin îlan kirin û peyama "bersiveke tund" dan komên çekdar.
Hat ragihandin ku li parêzgeha Suweydayê ya li başûrê Sûrîyeyê wesayîteke leşkerî ji teref dronê ve hatiye xistin.
Kanala televîzyonê ya dewleta Sûrîyeyê el-Îxbariye ragihand ku êrîş li bajarokê el-Mezraayê pêk hatiye û droneke bi teqemeniyan wesayîteke hêzên ewlehiya navxweyî hedef girtiye.
Çavkaniyên ewlehiyê destnîşan kirin ku êrîş îxlalkirineke eşkere ya peymana agirbestê ya li herêmê ye, û ragihandin ku dê bersivek "biryardar û tund" li hember van kiryaran were dayîn. Daxuyaniyê komên çekdar ên li Suweydayê ji ber êrîşê sûcdar kirin.
Ji Tîrmehê vir ve li Suweydayê agirbestek nazik di meriyetê de ye. Piştî pevçûnên berê yên di navbera komên Durzî yên ku ji teref sîyonîstan ve têne piştgirî kirin û hêmanên eşîrî de, ku bi sedan kes mirin, ew agirbest aramiyek demkî anîbû. Lêbelê, carinan rageşiyên di navbera hikûmet û komên çekdar ên herêmî de dîsa zêde dibin.
Hikûmeta Şamê diyar kiriye ku di mehên dawî de gelek peymanên agirbestê ji bo Suweydayê hatine ragihandin, ku piraniya wan zû hilweşiyane.
Li gorî agahiyan, piştî êrîşa dawî hêzên ewlehiyê li dora parêzgehê tedbîrên xwe zêde kirine û ji bo pêşketinên nû yên muhtemel amadekariyan dikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Îranê li peravên Kendava Ummanê tankereke petrolê ya biyanî ku tê de 6 milyon lître sotemeniya dîzelê ya qaçax hatibû dîtin desteser kir. Hat ragihandin ku pergalên navîgasyonê yên tankerê hatine sekinandin.
Rejîma îşxalker îro serê sibê bi ser gelek deverên Şerîaya Rojava de girt û gelek kes desteser kir.
Nûnerê taybet ê Serokê Emrîkayê Donald Trump, Steve Witkoff, li Berlînê bi Zelenskî û rêberên Ewropî re dicive, wekî beşek ji hevdîtinên ku armanca wan bidawîanîna şerê li Ukraynayê ye. Lêbelê, paytextên Ewropî berî destpêkirina danûstandinan ji Washingtonê garantiyên ewlehiyê yên zelal dixwazin.