Li Mêrdînê li dijî wesayîtek êrîşa çekdarî: 1 jê giran 2 birîndar
Li navçeya Qosera Mêrdînê di encama êrîşeke çekdarî ya li ser wesayîtekî de, 2 kes birîndar bûn, hat hînbûn ku rewşa birîndarekî giran e.
Bûyer, derdora saet 11:00an de li Taxa Hocakoy a navçeyê qewimî.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, ji teref kesên nenas ve êrîşeke çekdarî li ser wesayîta ku Mahsum C. (30) û Yusuf C. (32) tê de bûn, hatiye kirin.
Piştî xeberdayînê, ji herêmê re ekîbên tenduristî û cendermeyê hatin sewqkirin.
Hat hînbûn ku di êrîşê de Mahsum C. û Yusuf C. yên ku di wesayîtê de bûn, birîndar bûn.
Mirovên birîndar piştî midexeleya ewil a li cîhê bûyerê ji Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê re hatin rakirin.
Her çiqas rewşa Mahsum C. giran be jî, ji bo girtina şikdarên reviyayî operasyon hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezîrê Karên Hindir Alî Yerlîkaya, daxuyand ku di encama operasyona ekîbên cendermeyê li Colemêrg û Agirîyê de ji 1 tonî zêdetir maddeyên hişber hatin bidestxistin.
Li Xelîlîya Rihayê di qata bordim a avahîya dadgehê de teqînek pêk hat, di encama teqînê de mirovek bi giranî birîndar bû.
Ji ber gaza karbonmonoksîtê ya ji komirê ku li şantiyeya TOKÎ ya li Meletiyê ji bo germkirinê dihat şewitandin derketiye, karkerek mir û sê karkerên ku ji gazê tesîrdar bûne rakirin nexweşxaneyê.