Piştî barana zêde konên li Şerîda Xezzeyê di bin avê de man
Piştî barana zêde, konên ku Filistîniyên ku ji ber êrîşên îşxalkerên sîyonîst li Xezzeyê neçar man malên xwe biterikînin lê bicih bûbûn, di bin avê de man.
Li gorî agahiyan, konên ku li Xezzeyê ji bo Filistîniyan hatibûn danîn ji ber barana zêde di bin avê de man.
Bi dehan çadirên Filistînî li herêma El-Mewasî ya Xan Yûnisê li başûrê Xezzeyê di bin avê de man.
Karbidestên Şaredariya Xan Yûnisê ragihandin ku konên li bajêr, ku bi qasî 900.000 kes lê dijîn, ji ber barana zêde di bin avê de man.
Hat ragihandin ku hinek konên li herêma El-Mewasî ya Xan Yûnis ji ber baranê wêran bûn, hinekên din jî ji ber bayê bihêz ê li herêmê hatin rakirin.
Ji ber barana zêde gelek konên ku Filistîniyên bêwar li Kampa Penaberan a Cîbaliyayê ya li bakurê Şerîda Xezzeyê diman, di bin avê de man.
Li herêma ku piştî baranê av û golên heriyê çêdibin, Filistîniyên ku malên wan ji ber êrîşên îşxalkerên sîyonîst wêran bûne jî bi şert û mercên hewayê yên xirab re têdikoşin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji ber qirêjiya hewayê û şewba grîpê, li 18 wîlayetên Îranê, li saziyên xwendina navîn û bilind perwerde bi dûr ve tê dayîn.
Li gorî agahiyan, rejîma sîyonîst li Şerîaya Rojava û Qudsa îşxalkirî herî kêm 50 Filistînîyan êsîr girtiye.
Neteweyên Yekbûyî (NY) biryara Emrîkayê ya zêdekirina Cartel de los Soles, ku serokê Venezuelayê Nicolas Maduro îddîa dike ku ew pêşengiya wê dike, li navnîşa terorê wekî biryarek yekalî bi nav kir û ragihand ku ew bi fikarek cîddî nîqaşên pevçûnê yên di navbera her du welatan de dişopînin.