Weqfa Êtîman li Xezzeyê ava vexwarinê digihîne mezlûman
Weqfa Êtîman ku bi berdewamî piştgirî daye Xezzeyê, herêmeke ku bi komkujî û qirkirinê re rû bi rû maye, ava vexwarinê, gihandiye gelê mezlûm.
Weqfa Êtîman, ku alîkariya darayî û ne-fermî, bi giranî xwarin, dide sêwî,êtîm û mihtacan xebatên xwe didomîne.
Weqfa Êtîman, ku hewl dide ji Xezzeya ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve ji aliyê rejîma îşxalker ve komkujî û qirkirin lê berdewam dikin re alîkariya mirovî bigihîne, li kolanên Xezzeyê ava vexwarinê ya paqij li malbatên li wir belav kir.
Li Xezzeyê, ku av bi tankeran tê veguhastin, xelkê Xezzeyê ji bo pêdiviyên xwe yên avê bi tenekeyên avê û kepçeyan rêz bûn.
Li Xezzeyê, ku Weqfa Êtîman kolan bi kolan geriya, li gorî hewcedariyên malbatan av hat temînkirin.
Rayedarên Weqfê diyar kirin ku ew armanc dikin ku bi piştgiriya xêrxwazan bigihîjin girseyek berfirehtir û ew ê alîkariyên xwe li hemû herêmên bindest ên cîhanê, bi taybetî li Xezzeyê, bidomînin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Derhênerê berê yê Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) Benjamin Davis, li dijî ji kar dûrxistina xwe îtîraz kir û diyar kir ku ew ji ber ku hevgirtina xwe bi Filistîniyên birçî yên li Xezzeyê re nîşan daye, ji kar hatiye dûrxistin.
Dezgehên çapemeniyê yên rejîma îşxalker ragihandin ku di bûyerek ku di şevê de li Başûrê Lubnanê qewimî de pênc leşkerên îşxalker pileyên cûda birîndar bûn. Hêna jî hûrgiliyên berfireh ên bûyerê nehatine weşandin.
Li Balafirgeha Leşkerî ya Teftenazê li gundewarê Îdliba Sûrîyeyê, teqînên bê sedem qewimîn.