Karmendekî Neteweyên Yekbûyî ku li dijî birçîbûna li Xezzeyê xwepêşandan kiribû, ji kar hat avêtin
Derhênerê berê yê Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) Benjamin Davis, li dijî ji kar dûrxistina xwe îtîraz kir û diyar kir ku ew ji ber ku hevgirtina xwe bi Filistîniyên birçî yên li Xezzeyê re nîşan daye, ji kar hatiye dûrxistin.
Ev bûyer fikarên li ser cezayên muhtemel ên ku karmendên NY yên ku nerînên xwe li ser krîzên mirovî tînin ziman, dikarin pê re rû bi rû bimînin, derxist holê.
Benjamin Davis, rêveberê berê yê Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO), dibêje ku ew ji ber nîşandana hevxemiyê bi qurbaniyên birçîbûnê yên li Xezzeyê re ji karê xwe hatiye dûrxistin û li dijî vê biryarê prosedurên qanûnî dest pê kiriye.
Davis, ku welatiyê Amerîkî-Spanî yê 62 salî ye, li ser daxwaza Rêveberê Giştî yê FAO Qu Dongyu di 30ê Îlonê de bi dawî bûye û wezîfeya wî yê li rêxistina ku navenda wê li Romayê ye, hatiye agahdarkirin.
Davis, ku 26 salan ji bo FAO xebitî, got ku li dijî wî bi hinceta îxlalkirina qaîdeyên xizmeta giştî ya navneteweyî doz hatine vekirin, lê wî tohmet qebûl nekir. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Weqfa Êtîman ku bi berdewamî piştgirî daye Xezzeyê, herêmeke ku bi komkujî û qirkirinê re rû bi rû maye, ava vexwarinê, gihandiye gelê mezlûm.
Dezgehên çapemeniyê yên rejîma îşxalker ragihandin ku di bûyerek ku di şevê de li Başûrê Lubnanê qewimî de pênc leşkerên îşxalker pileyên cûda birîndar bûn. Hêna jî hûrgiliyên berfireh ên bûyerê nehatine weşandin.
Li Balafirgeha Leşkerî ya Teftenazê li gundewarê Îdliba Sûrîyeyê, teqînên bê sedem qewimîn.