Pênc leşkerên îşxalker li başûrê Lubnanê birîndar bûn
Dezgehên çapemeniyê yên rejîma îşxalker ragihandin ku di bûyerek ku di şevê de li Başûrê Lubnanê qewimî de pênc leşkerên îşxalker pileyên cûda birîndar bûn. Hêna jî hûrgiliyên berfireh ên bûyerê nehatine weşandin.
Li gorî raporên çapemeniya Lubnanê, dezgehên medyayî yên rejîma sîyonîst ragihandin ku di bûyerek de ku şeva borî li Başûrê Lubnanê qewimî, pênc leşkerên îşxalker birîndar bûne.
Derbarê cewherê bûyera ku bûye sedema birîndarbûna leşkeran an jî rewşa tenduristiyê ya birîndaran de ti agahiyên berfireh nehatine dayîn.
Daxuyaniya derbarê nûçeyê de li ser agahiyên ji medyaya îşxalker hatiye girtin.
Êrîşên rejîma sîyonîst li ser Lubnanê tevî agirbestê jî berdewam dikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Derhênerê berê yê Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) Benjamin Davis, li dijî ji kar dûrxistina xwe îtîraz kir û diyar kir ku ew ji ber ku hevgirtina xwe bi Filistîniyên birçî yên li Xezzeyê re nîşan daye, ji kar hatiye dûrxistin.
Weqfa Êtîman ku bi berdewamî piştgirî daye Xezzeyê, herêmeke ku bi komkujî û qirkirinê re rû bi rû maye, ava vexwarinê, gihandiye gelê mezlûm.
Li Balafirgeha Leşkerî ya Teftenazê li gundewarê Îdliba Sûrîyeyê, teqînên bê sedem qewimîn.