Li Balafirgeha Leşkerî ya Îdlibê gelek teqîn çêbûn
Li Balafirgeha Leşkerî ya Teftenazê li gundewarê Îdliba Sûrîyeyê, teqînên bê sedem qewimîn.
Teqîn bi qasî saetek û nîvekê berdewam kirin, di vê demê de tê gotin ku balafireke keşfê li ser herêmê difiriya.
Îro danê sibê li Balafirgeha Leşkerî ya Teftenazê li devera gundewarî ya bajara Îdlib a bakurê rojavayê Sûrîyeyê gelek teqîn çêbûn.
Li gorî agahiyên şahidên bûyerê ku ji hêla nûçegihanê Syria Now ve hatine vegotin, teqînên ku di saet 8:00 de bi dema herêmî dest pê kirine, bi qasî saetek û nîvekê dewam kirine. Li gorî agahiyan, di dema teqînan de balafireke keşfê li ser balafirgehê difiriya.
Wêneyên ku li ser medyaya civakî hatine parvekirin nîşan didin ku ji hundirê balafirgehê dûyek qalind bilind dibe.
Sedema teqînan hêna jî nayê zanîn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li nêzîkî Otoyola 65an, nêzîkî bajarê îşxalkirî yê Heyfayê, balafireke biçûk ket xwarê û kesek mir û yekî din jî bi giranî birîndar bû.
Li gorî Axios, ku ji çavkaniyên xwe vedibêje, Emrîkayê du bataryayên mûşekên Patriot ên din ji bo parastina tesîsên petrol û gazê li Erebistana Siûdî û Qeterê bi cih kirine.
Bang hat kirin ku bila sivîl bên parastin û pabendî qanûnên mirovahiyê bin.