Medyaya îşxalker ragihand: Bi hezaran leşkerên Endonezyayî amade ne ku li Xezzeyê werin bicihkirin
Medyaya sîyonîstan îddîa kir ku amadekariyên bicihkirina bi hezaran leşkerên Endonezyayî li Xezzeyê di bin navê "hêzeke îstîqrara navneteweyî" de dest pê kirine.
Tê gotin ku ev plan beşek ji senaryoya piştî şer a Serokê Emrîkayê Donald Trump ji bo Xezzeyê ye.
Radyoya qaşo "dewletê", ku bi medyaya îşxalker ve girêdayî ye, îddîa kir ku amadekariyên şandina bi hezaran leşkerên Endonezyayî bo Şerîda Xezzeyê li ser erdê dest pê kirine.
Di raporê de hat diyarkirin ku ev leşker dê bibin beşek ji "hêzeke îstîqrarê ya navneteweyî" ku di bin plana Serokê Emrîkayê Donald Trump de ji bo bidawîkirina şerê li Xezzeyê tê pêşbînîkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hikûmeta Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê planeke pêşxistina masîgiriyê ya neteweyî pesend kir ku armanc dike hilberîna navxweyî zêde bike, bi hezaran kar biafirîne û sektorên çandinî û ajalan ên welat berfireh bike.
Li Awistralyayê, di xwepêşandanên li dijî serdana qaşo Serokkomar Herzog ê rejîma îşxalker de, polêsan komek Misilmanên ku tu tehdîd nekirin û tenê nimêj dikirin, lêdan û binçavkirin.
Li Tunisê, rexneyên li ser Serokkomar Kais Saîd her ku diçe vediguherin tohmetên sûc. Girtina endamekî hilbijartî yê parlementoyê û dadwerekî ji kar hatiye dûrxistin ji ber parvekirinên li ser medyaya civakî, rexneyên ku dibêjin dîktatorî li welat tê sazkirin xurttir kiriye.