Efxenistanê ji bo pêşxistina aborî û îstihdamê planeke mezin a pêşxistina masîgiriyê pejirand
Hikûmeta Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê planeke pêşxistina masîgiriyê ya neteweyî pesend kir ku armanc dike hilberîna navxweyî zêde bike, bi hezaran kar biafirîne û sektorên çandinî û ajalan ên welat berfireh bike.
Li gorî medyaya herêmî, planeke ku di civîneke asta bilind de bi serokatiya Mela Ebdulxenî Brader, Alîkarê Serokwezîrê Karûbarên Aborî yê Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê, hatiye pejirandin, dê 7.700 çewlikên masiyan ên piçûk, navîn û mezin ên ku li ser rûbereke 6.500 hektarî li herêmên cûda ne, ava bike.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rayedar texmîn dikin ku ev destpêşxerî, dema ku bi tevahî were bicîhanîn, dê ji bo 50.000 welatiyan karên rasterast peyda bike û piştgiriyê bide 250.000 karên din ên nerasterast.
Ev polîtîka beşek ji stratejiyeke neteweyî ya berfirehtir e ji bo pêşxistina sektorên çandinî û ajalan ên Efxenistanê, ku armanc dike ewlehiya xwarinê û mezinbûna aborî bi rêya karanîna domdar a çavkaniyên xwezayî zêde bike.
Her wiha armanc ev polîtîka sektora çandinî û ajalan mekanîze bike, pergalên lêkolîn û berfirehkirina çandiniyê pêş bixe, rêveberiya avdanî û ajalan baştir bike, veberhênanên di çandinî, avdanî û ajalan de piştgirî bike û gihîştina welatiyan bi berhemên çandinî û ajalan ên bi kalîte garantî bike.
Molla Birader piştrast kir ku ev biryar ji bo pejirandina dawî ji Ofîsa Rêbertiya Emîrtîya Îslamî re hatine şandin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Awistralyayê, di xwepêşandanên li dijî serdana qaşo Serokkomar Herzog ê rejîma îşxalker de, polêsan komek Misilmanên ku tu tehdîd nekirin û tenê nimêj dikirin, lêdan û binçavkirin.
Medyaya sîyonîstan îddîa kir ku amadekariyên bicihkirina bi hezaran leşkerên Endonezyayî li Xezzeyê di bin navê "hêzeke îstîqrara navneteweyî" de dest pê kirine.
Li Tunisê, rexneyên li ser Serokkomar Kais Saîd her ku diçe vediguherin tohmetên sûc. Girtina endamekî hilbijartî yê parlementoyê û dadwerekî ji kar hatiye dûrxistin ji ber parvekirinên li ser medyaya civakî, rexneyên ku dibêjin dîktatorî li welat tê sazkirin xurttir kiriye.