Li Şerîaya Rojava êrîşa îşxalkeran: Kurekî 16 salî şehîd bû
Emmar Yaser Muhammed Taamra yê 16 salî ku di êrîşa rejîma siyonîst a li ser bajarokê Tekû yê li Şerîaya Rojava de bi guleyan bi giranî birîndar bûbû, li nexweşxaneyê şehîd ket.
Bajarokê Tekuyê ku li başûrê rojhilatê Beytlehmê li Şerîaya Rojava ye, di saetên êvarê de careke din bû hedefa dagirkerên siyonîst. Di pevçûnên piştî êrîşê de zarokekî Filistînî bi giranî birîndar bû.
Heyva Sor a Filistînê ragihand ku zarokê ku ji ber gulebarana hêzên îşxalker birîndar bûbû, digel temamî hewldanan jî nekarîbû were rizgarkirin û şehîd ket. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku di dema serdegirtinê de li bajarokê gulebaraneke dijwar hatiye kirin û rasterast xelkê bajêr bûne hedef.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku zarokê ku gule li singê wî ketiye, Ammar Yaser Muhammed Taamra (16) e û di encama gulebarana leşkerên rejîma sîyonîst de şehîd bûye.
Êrîşa li Tekûyê wekî beşek ji zêdebûna êrîşên vê dawiyê li seranserê Şerîaya Rojava tê dîtin, ku pêkanînên hêzên îşxalker, bi taybetî hedefgirtina ciwan û zarokan, li herêmê hêrs û nerazîbûnê gur dike. Ev êrîşa dawî careke din bandora kujer a dagirkeriyê li ser sivîlên Filistînî nîşan dide. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Araqçî diyar kir ku pirsgirêkên têkildarî bernameya nukleerî ya Îranê tenê bi rêya dîplomasiyê dikarin werin çareserkirin, û tekez kir ku danûstandin tenê rêya pêşveçûnê ye.
Barana giran li rojava û bakurê rojavayê Sûrîyê bû sedema ziyanên mezin û di encamê de gelek kes mirin û koçber bûn.
Erebistana Siûdî û Emrîkayê li Cîddeyê tetbîqatek deryayî ya hevbeş bi navê 'Blue Defender 26' dest pê kirin.
Li Taxa Tebbeneya girêdayê bajêra Trablûsşama bakurê Libnanê avahîyeke kevn hilweşîya, di encamê de 6 kesan canê xwe ji dest dan, 7 kes jî birîndar bûn.