Dîktatorî li Tunisê kûrtir dibe: Rexnegir têne girtin, û azadiya ramanê wekî sûc tê hesibandin
Li Tunisê, rexneyên li ser Serokkomar Kais Saîd her ku diçe vediguherin tohmetên sûc. Girtina endamekî hilbijartî yê parlementoyê û dadwerekî ji kar hatiye dûrxistin ji ber parvekirinên li ser medyaya civakî, rexneyên ku dibêjin dîktatorî li welat tê sazkirin xurttir kiriye.
Li Tunisê, tepeserkirina dengên nerazî êdî ne îstîsna ye û bûye şêweyekî sîstematîk ê rêveberiyê. Girtina parlamenter Ahmed Saidanî, ku bi rexneyên xwe yên li ser Serokkomar Kais Saîd û li ser bingeha postên wî yên medyaya civakî tê nasîn, fikarên ku dîktatoriyek fiîlî li welat tê damezrandin, ji nû ve zindî kiriye.
Girtina Seîdanî ne wekî pêvajoyeke dadwerî ya îzolekirî tê dîtin, lê wekî xelekeke nû di zincîra desthilatdariya otorîter de ku rasterast ji hêla Serokkomar Saîd ve tê temsîlkirin. Piştî demek kurt, girtina Hîşam Xalid, dadwerekî ji kar hatiye dûrxistin ku ew jî bi tohmetên wekhev rexne li Saîd kiribû, rexneyên ku dibêjin dadwerî veguheriye çekek siyasî, xurttir kir.
Tiştê balkêş ew e ku Saidani carekê yek ji piştgirên herî germ ê Kais Said bû. Saidani, ku di hilbijartinên 2022an de wekî beşek ji blokek nêzîkî partiya desthilatdar ket parlementoyê, di mehên dawî de ji ber rexneyên xwe yên tund ên li ser Serokkomar bûye hedef, û eşkere kiriye ku rejîm ji bilî dilsoziyê tiştekî din tehemûl nake.
Nivîsa tinazî ya Saidani li ser balkişandina serokkomar li ser binesaziya şaredariyê li şûna krîzên bingehîn ên welat, divê wekî azadiya ramanê bihata hesibandin, lê bi tehdîdên cezakirinê ew hate tepeserkirin. Vê rewşê eşkere kir ku li Tunisê, êdî îtaetkirina mutleq, ne rexneya sîyasî, norm e.
Li gorî pisporên hiqûqî yên nerazî, ji bona ku her cure rexneya siyasî veguherînin tohmeta "heqaret" an "rûreşkirinê", bendên nezelal ên di qanûnên ragihandinê de bi zanebûn têne berfireh kirin. Bi vî awayî, rexneya herî sivik a Serokkomar jî dikare bibe sedema girtinê. Ev rewş nîşan dide ku garantiyên destûrî bi şekleke tesîrdar hatine rawestandin.
Girtina dadwerê ji kar hatî dûrxistin Hîşam Xalid asta tepeseriyê hêna jî bêtir eşkere kir. Xalid yek ji dehan dadwerên ku ji hêla Kaîs Saîd ve di sala 2022an de bi yek îmzeyê ji kar hatin dûrxistin bû. Rastiya ku ev dadwer tevî biryarên dadgehê jî nehatine vegerandin ser kar nîşan dide ku desthilata cîbicîkar bi tevahî kontrola dadweriyê girtiye destê xwe. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Awistralyayê, di xwepêşandanên li dijî serdana qaşo Serokkomar Herzog ê rejîma îşxalker de, polêsan komek Misilmanên ku tu tehdîd nekirin û tenê nimêj dikirin, lêdan û binçavkirin.
Medyaya sîyonîstan îddîa kir ku amadekariyên bicihkirina bi hezaran leşkerên Endonezyayî li Xezzeyê di bin navê "hêzeke îstîqrara navneteweyî" de dest pê kirine.
Ji ber ku rejima îşxalker agirbestê îxlal dike doh heta êvarê êrîş pêk hatin, di encama wan êrîşên sîyonîstan de herî kêm 6 Filistînî şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.