Li Sûdanê qetlîam berdewam dike: Li Delencê sîvîl têne kuştin, îxlalên li dijî penaberan hatin belgekirin
Tora Doktorên Sûdanê, daxuyand ku di nav 48 saetên dawîn de li bajara Delenca wîlayeta Kordofana Başûr 16 kesên ku zarok û pîrek jî di nav de ne mirine, rêxistinên mafên însanan jî diyar kirin ku li giştîyê welat li dijî sîvîlan îxlalên giran pêk têne.
Tora Doktorên Sûdanê, daxuyand ku bajara Delenca wîlayeta Kordofana Başûr di nav 48 saetên dawîn de bûye hedefên topên giran ên di navbera Hêzên Piştgirî ya Bi Lez û Tevgera Xelasîya Gel de têne bikaranîtin, di encama êrîşan de herî kêm 16 sîvîl mirine, gelek kes jî birîndar bûne. Hat destnîşankirin ku di navbera mirovên ku canê xwe ji dest dane de pîrek û zarok jî hebûne.
Di daxuyanîya ku ji teref Torê ve hatîye belavkirin de, hedefgirtina herêmên jiyanê ya bi zanebûnî bi zimaneke tund hat şermezarkirin. Bal hat kişandin ku hedefgirtina taxên ku sîvîl lê dijîn bi zelalî îxlala hiqûqa însanî ya navneteweyî ye, di heman demê de barê li ser tesîsên tenduristîyê ku ji xwe di nav bêîmkanîyê de xizmetê dida jî zêdetir bûye.
Ofîsa Koordînasyona Karên Însanî ya NYyê, destnîşan kir ku Temsîlkarê Sûdanê Marcus Werner jî dibêje welat koça herî mezin a cîhanê dijî, 10 milyon însan ji cîhê xwe bûne, 4 milyon Sûdanî jî xwe sipartin welatên cîran. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Yekîneya Parastinê ya Sîvîl a Xezzeyê, destnîşan kir teqemenîyên ku neteqîyane dibin sedema mirina sîvîlan, ji van candayînan hem rejima sîyonîst hem jî sazîyên navneteweyî têne mesulgirtin.
Di bûyerên cuda yên ku li wîlayeta Jharkhand a Hîndistanê pêk hatin de, fîlên wehşî êrîşê miletê kirin, di encamê de du jê pîrek pênc kes mirin.
Weqfa Êtîman, bi bexşên xêrxwazan li Kenyayê ji bo nexweşên Kataraktê projeyek pêk anît, di encama projeyê de gelek nexweşên kataraktê emelîyat kir û bû wesîleya dîtina wan.