Polêsên Awistralyayê di dema serdana sîyonîst Herzog de li dijî Misilmanên ku nimêj dikirin bi tundî mudaxele kirin
Li Awistralyayê, di xwepêşandanên li dijî serdana qaşo Serokkomar Herzog ê rejîma îşxalker de, polêsan komek Misilmanên ku tu tehdîd nekirin û tenê nimêj dikirin, lêdan û binçavkirin.
Polêsên Awistralyayê di xwepêşandanên protestokirina serdana qaşo serokkomarê rejîma îşxalker Isaac Herzog de bi tundî mudaxeleyî Misilmanên ku nimêj dikirin kirin.
Bi hezaran kes li ber Şaredariya Sydneyê kom bûn û rastî destwerdana tund a polêsan hatin.
Demê herî nakok ê bûyerê mudaxeleya polêsan a li dijî komek xwepêşanderên Misilman bû ku nimêj dikirin.
Destwerdana "nehevseng û provokatîf" a polêsan, ku îbadetkaran li erdê kaş dikir, wekî provokasyonek eşkere hate wesifandin û bû sedema nerazîbûnê.
Konseya Neteweyî ya Îmamên Awistralyayê destwerdana polêsan a li dijî îbadetkarên misilman wekî "nayê qebûlkirin" bi nav kir.
Di xwepêşandanên Sydneyê de herî kêm 27 kes hatine girtin ku polêsan bi tedbîrên tund bersiv dane wan.
Li gorî gotinên şahidên bûyerê û wêneyên ku li ser medyaya civakî belav bûne, komek Misilman ku li nêzîkî herêma ku xwepêşandan lê dihatin lidarxistin bi hev re nimêj dikirin, bûne hedefa polêsan.
Polêsan koma ku nimêj dikirin bi zorê ji erdê derxistin û dest bi kaşkirina wan kirin.
Ev destwerdana fîzîkî ji aliyê xwepêşanderên li derdorê ve bertekên tund nîşan da. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hikûmeta Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê planeke pêşxistina masîgiriyê ya neteweyî pesend kir ku armanc dike hilberîna navxweyî zêde bike, bi hezaran kar biafirîne û sektorên çandinî û ajalan ên welat berfireh bike.
Medyaya sîyonîstan îddîa kir ku amadekariyên bicihkirina bi hezaran leşkerên Endonezyayî li Xezzeyê di bin navê "hêzeke îstîqrara navneteweyî" de dest pê kirine.
Li Tunisê, rexneyên li ser Serokkomar Kais Saîd her ku diçe vediguherin tohmetên sûc. Girtina endamekî hilbijartî yê parlementoyê û dadwerekî ji kar hatiye dûrxistin ji ber parvekirinên li ser medyaya civakî, rexneyên ku dibêjin dîktatorî li welat tê sazkirin xurttir kiriye.