Li Nîjeryayê qezayek trafîkê: 30 kes mirin, gelek kes birîndar bûn
Li wîlayeta Kano ya Nîjeryayê, ji ber qulipîna qamyonekê ku zêde bar li ser bû 30 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, li nêzîkî gundê Kwanar Barde yê navçeya Gezawa ya parêzgeha Kano li bakurê rojavayê Çînê, qamyoneke zêde barkirî ku rêwî û bar hildigirt piştî ku şofêr kontrola xwe winda kir, ji rê derket û qulipî.
Hat ragihandin ku di qezayê de 30 kesan canê xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne.
Rayedaran diyar kirin ku qeza ji ber ajotina bêhiş pêk hatiye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji ber ku rejima îşxalker agirbestê îxlal dike doh heta êvarê êrîş pêk hatin, di encama wan êrîşên sîyonîstan de herî kêm 6 Filistînî şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Berdevkê Tûgayên Qessam (berdevkê nû) Ebû Ubeyde, li dijî hevkarên ku xizmeta sîyonîstên îşxalker dikin û zirarê didin gelê xwe, daxuyanîyek tund da.
Li bajarê Kufra yê li başûrê rojhilatê Lîbyayê, helîkoptereke ku xizmetên ambulansê digirt ket xwarê û sê kes mirin.
Li wîlayeta Gyeonggi ya Koreya Başûr helîkopterekî leşkerî ket xwarê, di encamê de du kesan canê xwe ji dest dan.