Erebistana Siûdî û Emrîka tetbîqatek hevbeş a deryayî li dar dixin
Erebistana Siûdî û Emrîkayê li Cîddeyê tetbîqatek deryayî ya hevbeş bi navê 'Blue Defender 26' dest pê kirin.
Li gorî daxuyaniyek ji Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdî, Erebistana Siûdî û Emrîkayê li bajarê Cîddeyê yê li rojavayê welat tetbîqatek deryayî ya hevbeş pêk anîn.
Li gorî agahiyan, tetbîqata bi navê kod 'Blue Defender 26' li Baregeha Deryayî ya Qiral Faisal li Cîddeyê hat lidarxistin.
Di daxuyaniya wezaretê de hat gotin ku armanca perwerdeyê pêşxistina hevkariya leşkerî ya di navbera herdu welatan de û zêdekirina parvekirina ezmûnên hevbeş e.
Hat destnîşankirin ku di çarçoveya tetbîqatê de senaryoyên meydanî û taktîkî hatine bicîhanîn.
Derbarê dema tetbîqatê de ti agahî nehat parvekirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Araqçî diyar kir ku pirsgirêkên têkildarî bernameya nukleerî ya Îranê tenê bi rêya dîplomasiyê dikarin werin çareserkirin, û tekez kir ku danûstandin tenê rêya pêşveçûnê ye.
Barana giran li rojava û bakurê rojavayê Sûrîyê bû sedema ziyanên mezin û di encamê de gelek kes mirin û koçber bûn.
Li Taxa Tebbeneya girêdayê bajêra Trablûsşama bakurê Libnanê avahîyeke kevn hilweşîya, di encamê de 6 kesan canê xwe ji dest dan, 7 kes jî birîndar bûn.