Li Sûrîyeyê lehî rabûn û mirin çêbûn, gelek kes birîndar bûn
Barana giran li rojava û bakurê rojavayê Sûrîyê bû sedema ziyanên mezin û di encamê de gelek kes mirin û koçber bûn.
Wezareta Birêvebirina Rewşên Awarte û Felaketan a Sûrîyeyê ragihand ku piştî ku barana dijwar lehiyên ji nişka ve li parêzgehên rojava û bakur-rojavayê çêkir ekîbên wê operasyonên bersivdayînê yên berfireh didomînin.
Li gorî wezaretê, lehîyên ji nişka ve bûn sedema windakirina can, koçberbûn û ziyanên berfireh li deverên sivîlan.
Barana dijwar heta saet 23:30ê şevê li gorî dema herêmî li hinek deverên parêzgehên Lazkiye, Îdlîb û Hemayê barî. Lehîyên ji nişka ve zirar dan deverên bajarî û li 14 kampên penaberan li rojavayê Îdlîbê ketin.
Ekîbên parastina sivîl ên girêdayî wezaretê bersiva bangên alîkariyê li deverên tesîrdar dan. Wezaretê diyar kir ku operasyon li ser lêgerîn û rizgarkirinê, valakirin, rijandina ava lehiyê û vekirina rêyên ku ji ber bilindbûna asta avê girtî bûn, hatine kirin.
Li herêma çiyayî ya Çiyayên Tirkmen ên Lazkiyeyê, du zarokan piştî ku ji aliyê lehiyê ve di geliyên asê de hatin birin, canê xwe ji dest dan. Ekîbên parastina sivîl cenazeyên wan dîtin.
Di heman demê de, xwebexşek ji Heyva Sor a Erebî ya Sûrî di qezayek trafîkê de di dema mîsyoneke alîkariyê de li herêma Çiyayên Tirkmenî hat kuştin û şeş kesên din, ku pênc ji wan xwebexşên din bûn, birîndar bûn.
Lehiyê her wiha bû sedema valakirina nexweşan, karmendên bijîşkî û pitikên nûbûyî ji nexweşxaneyek li rojavayê Îdlîbê. Sivîl wekî tedbîrek ji gelek kampên penaberan û deverên niştecihbûnê li parêzgehên Îdlîb û Laziqiyê hatin derxistin.
Wezaretê diyar kir ku tîm avên lehiyê vala dikin, rêyan ji nû ve vedikin, û gihîştina kampan ji bo kesên bêwar ên li deverên tesîrdar li parêzgehên Îdlîb, Lazkiye û Hemayê sererast dikin.
Wekî beşek ji hewildanên alîkariya awarte, heşt stargehên demkî li dibistanên rojavayê Îdlibê hatine danîn da ku malbatên ku ji lehiyê tesîrdar bûne lê bicîh bibin.
Wezaretê diyar kir ku navendên makîne û operasyonê bi tevahî hatine seferberkirin, ji bo sînordarkirina zirara zêdetir û lezandina alîkariyê ji herêmên cîran hêz hatine şandin û tîmên mudaxeleyê jî di dema ku operasyon berdewam dikin de di hişyariyê de ne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Araqçî diyar kir ku pirsgirêkên têkildarî bernameya nukleerî ya Îranê tenê bi rêya dîplomasiyê dikarin werin çareserkirin, û tekez kir ku danûstandin tenê rêya pêşveçûnê ye.
Erebistana Siûdî û Emrîkayê li Cîddeyê tetbîqatek deryayî ya hevbeş bi navê 'Blue Defender 26' dest pê kirin.
Li Taxa Tebbeneya girêdayê bajêra Trablûsşama bakurê Libnanê avahîyeke kevn hilweşîya, di encamê de 6 kesan canê xwe ji dest dan, 7 kes jî birîndar bûn.