Erdhejzedeyên Efxenistanê ji rêxistinên navneteweyî alîkariya lezgîn dixwazin

Hejmara qurbaniyên erdheja 6.0 pileyî ya li rojhilatê Efxenistanê gihîştiye 2.205 kesan. Emîrtîya Îslamî hewlên xwe yên alîkarîyê zêde dike û xelk ji rêxistinên navneteweyî alîkariya lezgîn dixwazin.
Erdheja bi hêza 6.0 pileyî ku şeva Yekşemê li parêzgehên rojhilatê Efxenistanê, bi taybetî li wîlayeta Kunarê, qewimî, bû sedema qurbaniyên gelek mezin û zirarên mezin li xanîyan. Ji ber felaketê bi sedan malbat bêmal man.
Kesên sax mane dibêjin ku wan hem endamên malbatê û hem jî hemû tiştên xwe winda kirine û niha ji hikûmet û rêxistinên navneteweyî li benda alîkariya lezgîn in.
Li gorî Tolo News, Amir Mihemed ji Kunarê got, "Li vir yek xaniyek jî sax nema. Li her xaniyekî, herî kêm jinek jinebî ma. Jiyan û milkê me wêran bû."
Niştecihekî din ê zirardar, Nematullah jî weha got: "Du endamên malbata me şehîd bûn. Em mirovên xizan in. Xanîyên me wêran bûn. Ji şeva erdhejê ve em nikarin razên; em tenê şiyar in."
Rizgarbûyên ji vê bûyerê daxwaza alîkariyeke berfireh ji Emîrtîya Îslamî û her wiha civaka navneteweyî dikin.
Piştî erdhejê, hikûmeta Emîrtîyê seferber bû û hewldanên lêgerîn û rizgarkirinê û alîkarîyê zêde kir.
Berdevkê Desteya Rêvebiriya Felaketa Neteweyî Muhemed Yusuf Hemed got: "Li ser erdê komîte hatine damezrandin, di nav de yên ekîbên tenduristî, lêgerîn û rizgarkirinê, tahliyekirina qurbaniyan û veguhastina cenazeyan hene. Serokên van komîteyan li wir in û bi awayekî çalak dixebitin. Alîkarîya yekem hatîye belavkirin, û alîkarîyên din jî di rê de ne. Hemû dezgehên hikûmet û piştgiriyê li herêmê vekolînan dikin û dê li gorî wê alîkariyê belav bikin."
Alîkarê Berdevkê Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê, Hamdullah Fitrat, ev amarên li ser medyaya civakî parve kir.
Fitrat diyar kir ku li hinek navçeyên wîlayeta Kunarê bi sedan cenazeyên din hatine derxistin, bi vî awayî hejmara qurbaniyên erdhejê gihîştiye 2205 kesan. Hejmara birîndaran ji gihîştiye 640 kesan.
Fitrat got, "Digel ku xebatên rizgarkirin û lêgerînê berdewam dikin, li deverên cûrbecûr ji bo welatiyan kon hatine danîn û sewqiyatên madeyên xav û alîkariya awarte bi rêkûpêk têne kirin." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Her ku rêveberiya Trump tehdîdên xwe yên leşkerî li dijî Karakas zêde kirin, Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro tekez kir ku welatê wî ne bi kartelên tîryakê re têkilî heye û ne jî li dû şer e. Maduro got, "Diyalog rêya me ye, lê em ê tu carî ji parastina welatê xwe paşve gav neavêjin."
Di çarçoveya beşek ji Rêxistina Cejna Qurbanê ya 2025an de, Karwana Hêvîyê goştê qurbanên ku li Hindistanê hatine serjêkirin li Dubayê konserve kir û gihand Xezzeyê.
Li Almatiya Qazaxistanê di operasyoneke narkotîkê de 13 ton û 183 kîlo kokaîn hat desteserkirin, ku ev mezintirîn barkêşiya kokaînê ya di dîroka welat de ye.
Ji ber ku rejîma sîyonîst êrîşên xwe yên li ser Xezzeyê didomîne, ji sibeha Înê vir ve 70 Filistînî şehîd bûne. Bombebaran û êrîşan mal, kon û sîvîlên ku li benda alîkarîyê bûn hedef girtin.