Li Xezzeyê qetlîam: Di rojekê de 70 şehîd

Ji ber ku rejîma sîyonîst êrîşên xwe yên li ser Xezzeyê didomîne, ji sibeha Înê vir ve 70 Filistînî şehîd bûne. Bombebaran û êrîşan mal, kon û sîvîlên ku li benda alîkarîyê bûn hedef girtin.
Êrîşên li Xezzeyê ku ji doh ve berdewam dikin, bûne sedema qetlîameke nû. Li gorî çavkaniyên tenduristiyê, roja Înê herî kêm 70 Filistînî şehîd bûn.
Çavkanîyan ragihandin ku êrîş li gelek deverên bajêr kom bûne, mal û konan kirine hedef, û sîvîl jî hatine hedefgirtin. Gelek xanî bi tevahî ji ber bombebaranê wêran bûne û konên ku malbatên koçber lê diman jî hatine lêdan.
Hat ragihandin ku heşt kes ji bin kavilan hatine rizgarkirin, neh kesên din jî ji ber birînên xwe canê xwe ji dest dane. Neh kesên din jî dema ku sîvîlên ku li rêzê li benda alîkarîyê bûn hatin gulebarankirin, û di encamê de hatin şehîdkirin.
Çavkanîyên tenduristiyê yên li herêmê fikarên xwe anîn ziman ku ji ber ku êrîş bênavber berdewam dikin, hejmara şehîd û birîndaran dê zêde bibe. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li bakurê Sûdanê di hilweşîna madena zêr de herî kêm şeş kes mirin, û tê gotin ku nêzîkî 20 kes jî li benda rizgarkirina ji bin kavilan in.
Hikûmeta Xezzeyê ragihand ku bombebarana avahiyên bilind ên ji teref rejîma îşxalker ve bûye sedema koçberbûna bi sed hezaran sîvîlan û li gorî qanûnên navneteweyî bi awayekî eşkere "sûcekî şer" e.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Serokê Emrîkayê Donald Trump bi rêya navnîşana e-nameya xwe peyamek ji alîgirên xwe re şandiye û daxwaza bexşandina 15 dolarî kiriye û îddia kiriye ku ew kesê bijartî ye.
Di êrîşa ku di seatên serê sibehê de li Kampa Şatîllayê hat lidarxistin de pênc kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.