Beşdarvanên “Fîloya Sumud a Kûrewî” li Stenbolê bi duayan hatin oxirkirin

Beşdarvanên ku bi navê Karwana Hêvîyê ew ê beşdarî “Fîloya Sumud a Kûrewî” ku wê di 4ê Îlonê de ji Tunusê bi rê bikevin bibin, ji Balafirgeha Stenbolê bi duayan hatin oxirkirin.
Gelek keştî yên ku nêzê ji 50 welatan mirov beşdarî dibin, ber bi Spanyayê ve birê ketin. Keştîyên ku tê texmînkirin ew ê di 4ê Îlonê de bighêjin Tunusê, ew ê ji li vê derê jî bi keştî û beşdarvanên nû ji bona ku dorpêça Xezzeyê bişkînin rêya xwe berdewam bikin.
Di fîloyê de bi navê Karwana Hêvîyê jî keştîyekî ku navê wî “Hêvî” hatîye dayîn heye.
Navê mirovên ku bi keştîya Karwana Hêvîyê beşdarî fîloyê bûne ev in; Sekreterê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMA, Temsîlkarê Enqere ya Çapemenîya Rast Mehmet Saît Ozcan û hûnermendê îlahî Ender Tekîn.
Hat îfadekirin ku ew ê Parlamenterê HUDA PARê Faruk Dînç û Serokê Bajarê Enqere yê HUDA PARê Ahmet Karaaslan jî îro birêbikevin.
“Ew ê van birayên me bi navê me hemûyan wê li wê derê bin”
Serokê Giştî yê Karwana Hêvîyê Cengîz Kurtaran, li balafirgehê daxuyanîyek da û weha got, “Em ji bona ku hevalên xwe ji seferekî zor û zehmet re birê bikin hatine li vê derê. Nêzê du salan e li Xezzeyê qirkirinekî heye. Ji bona ku beşdarî Fîloya Sumud a Kûrewî bibin 3 hevalên me derdikevin rê. Li vê derê 3 armanc heye. Şikandina dorpêça Xezzeyê, sekinandina qirkirinê û gihandina alîkarîyan in. Ji 44 welatên cîhanê bi dehhezaran mirov serlêdanê kirine, yên ku nisêbê wan hene derketine rê, me jî 3 hevalên xwe ji bo vêya şandîye. Hevalên me ew ê ji fîloya ku îro li Spanyayê birê ketîye re li Tunusê beşdarî bibin. Ew ê ev fîlo miheqqeq wê bi zordarî û astengîyan re rûbirû bimîne. Ew ê van birayên me jî bi navê me wê îlan bikin ku em li cem Xezzeyê ne. Bi îzna Xwedê em ê jî alîgirê wan bibin.”
Kurtaran destnîşan kir ku divê em li hember astengîyan hestyar bin û dengê xwe bidin bihîstandin.
“Ji bona ku di roja qîyametê de em bi Ebû Ubeyde re nebin neyar diçin Fîloyê”
Sekreterê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mehmet Ozer ku ji bona navê wî ji fîloyê re hatîye bijartin hemd ji Xwedê re dike weha got, “Ev bû 2 sal e dorpêçekî heye. Însanên cîhanê hêdî hêdî ji jîyana xwe ya asayî re vegerîyane. Em jî ji bona ku vê dorpêçê bişkînin û ji bona ku dîsa xelkê şîyar bikin derdikevin rê. Ji bona ku di roja qîyametê de em bi Ebû Ubeyde re nebin neyar diçin Fîloyê. Rebbê min bila sefera me bighêjîne armanca xwe.”
“Bi îzna Xwedê ew ê ev fîlo însîyatîfa sîvîl tevbigerîne û qirkirinê bide sekinandin”
Temsîlkarê Enqere ya Çapemenîya Rast Mehmet Saît Ozcan jî beşdarî fîloyê dibe û axivî, “Tiştê ku me dikşîne Xezzeyê mesûlîyetên me yên Îslamî, însanî û wijdanî ye. Ev bû 22 meh e wehşet heye û ev wehşet êdî nabe. Yê ku me kaşê li wê derê kirîye gilîyên wan ên ummetê ye. Ji bona ku sibê em li hizûra Xwedê bin dikaribin hesab bidin derdikevin rê. Bi îzna Xwedê ew ê ev fîlo însîyatîfa sîvîl tevbigerîne û qirkirinê bide sekinandin.”
Hûnermend Ender Tekîn jî beşdarî fîloyê bû û got ku armanca wan ev e ku ji gelê Xezzeyê re alîkarîyan bibin. Tekîn daxwaz kir ku bila fîloyê li ser hîsaba medyaya civakî parve bikin û duayan bikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Gelê Taxa Habeşî ya navçeya Rezan a Dîyarbekirê, îfade kirin ku di gihandina xizmetên tenduristîyê de pirsgirêkên ciddî dijîn. Welatîyan îfade kirin ku li herêmê klînîkek tenduristîyê jî tineye û ji bo derzîyekî bi kîlometreyan rê diçin.
Ji teref Temsîlkarîya Enqereyê ya Weqfa Evîndarên Pêxember ve bernameya “Jîyan Bi Nimêjê Xweş E” hat lidarxistin, zarokên 7-10 salî him tiştên ku hîn bûn nîşan dan him jî wextekî menewî derbas kirin.
Li navçeya Battalgazîya Meletîyê di navbera 2 komên neyar de nîqaş derket, bi derxistina çek û kêran ew nîqaş ji pevçûnê re vegerîya, di encamê de 3 kes birîndar bûn, hemû şikdar jî hatin qefaltin.