Yapicioglu: Êrîşên rêxistina terora sîyonîst tenê li dijî Filistînîyên mezlum nîne, li dijî hemû nirxên însanî ye

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, di rûniştina derasayî ya Sazîya Giştî ya Meclîsê de destnîşan kir ku sîyonîstên îşxalker ne xwedî wesfê dewletê ye, ji hikûmet û Meclîsê re got ku bila naskirina sîyonîstan a bi dewletî were rawestandin û bi lez û bez pêşnîyaza qanûna cezakirina qirkirinê were rojevê.
Li Meclîsê bi rojeva Xezzeyê rûniştineke derasayî hat lidarxistin, Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu jî axavtinek kir û îfade kir ku êrîşên sîyonîstan tenê li dijî Filistînîyên mezlum nîne, li dijî hemû nirxên însanî êrîşeke hevpar e.
Yapicioglu îfade kir, “Zarokan her roj ji birçîna dimrin, lê dinya jî tenê temaşe dike” dûre Yapicioglu banga gav avêtina tiştên berbiçav kir.
Zekerîya Yapicioglu bal kişand ku sîyonîstên îşxalker nexwedî wesfekî dewletî ne, bang li hikûmet û Meclîsê kir ku bila naskirina sîyonîstan a bi dewletî were rawestandin û bi lez û bez pêşnîyaza qanûna cezakirina qirkirinê were rojevê.
Yapicioglu, “Birêz Parlamenteran, Filistîna ku ji 1917an ve di bin îşxalê de ye, di nav du salên dawîn de êrîşên ku di dîrokê de tiştekî ewakî nehatîye dîtin dijî. Êrîşên sîyonîstan tenê li dijî Filistînîyên mezlum nîne; li dijî hemû nirxên însanî êrîşeke hevpar e. Hemû van nirxên însanî; mînak hiqûq, heqqanîyet, edalet û merhamet îro di bin êrîşeke wehşîyane de ne. Bi rastî jî tu peyvekî nikare qala vê wehşetê bike. Her roj bi pêncan û dehan zarok ji birçîna dimrin. Dîmenên zarokên ku ji birçîna çermên wan bi hestîyên wan re zeliqîne, dilê me dişewitîne. Hemî dinya wan lenet dike, lê wan zalimên ku leneta Xwedê li ser wan be dîsa qirkirinên xwe berdewam dikin. Însanan vê qirkirinê şermezar dikin, STKyan meşan lidardixin, hikûmetan bi tundî şermezar dikin, Neteweyên Yekbûyî şermezar dike. Dîwana Edaleta Navneteweyî û Dadgeha Cezaya Navneteweyî wan mehkeme dikin, biryarên tedbîrê digrin lê ev qirkirin nayê sekinandin.”
“Êdî gotin qedîyaye, wext wexta çalakîyê ye”
Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de, weha got: “Em tev bi hev re dibêjin, ‘Êdî gotin qedîyaye, wext wexta çalakîyê ye’. Hemû kes di heman gotinê de tê cem hev, wek hev difikire. Dûre dicivin gotinan dibêjin, diaxivin û bela dibin. Gelo di vê tiştê de tiştekî ecêb tineye? Hemû kes bang li hev dike ku dest bi çalakîyan bikin. Lê belê wê kî çalakîyê lidarbixe? Konseya Neteweyên Yekbûyî, di 25ê Adara 2024an de biryara agirbesta bi lez û bez girtibû, lê hêna jî ev biryar neket merîyetê, yanê kes paxaba xwe pê nekir. Li gorî maddeya 25emîn a Peymana Neteweyên Yekbûyî biryarên Konseya Ewlehîyê mecburîyet heye ku li gorî wî tevger bê kirin. Lê rejima terorê vê biryarê nas jî nekir û negirt merîyetê jî. Biryarên ku derheqê gihandina alîkarîyan de jî tiştek nehat kirin. Encax, derheqê hakimên ku vê biryarê girtibûn de biryarên mueyyîdeyan hat dayîn.”
“Erê, îsraîl ne dewletekî ye”
Yapicioglu destnîşan kir ku hemû kes wek hev difikire ku divê wehşeta li Xezzeyê were sekinandin, “Hemû kes bang dike, dibêje ‘Vê wehşetê bidin sekinandin.’ Lê ez dipirsim ew ê vê wehşetê kî bide sekinandin û ev wehşet wê çawa were sekinandin? Em gavekî ku bi çavan tê dîtin bavêjin. Werin weka ku şeş car berê kiribûn diaxivin û belav dibin, nekin. Em tenê qîma xwe bi şermezarkirinê neynin. Gelo bedela nenaskirina van biryarên navneteweyî gerek tinebe? Divê ji van zaliman re ne hewceye ku em bedêlan bidin dayîn? Şermezarkirinan feyde nakin, şermezarkirinin tundî tu tiştek îfade nakin. Di serî de Birêz Serokkomarê me û hema hema hemû serokên dewletan ji bo îsraîlê dibêjin, ‘heydûd, dewleta terorê’ û nirxandinên ewakî dikin. Qirkeran zêdetirê vêya heq dikin. Erê, îsraîl ne dewletekî ye. Gavek dinê li vê derê gengeşîyek çêbû bi gotinan. Di sala 1948an de rewş çawa bû? Îsraîl çibû? Sedema naskirina biryarê her çibe jî, em wan derbas kirin û di dîrokê de man. Lê niha û li gorî me îsraîl, wesfekî dewletbûyînê li ser xwe nagire. Ji bo dewletekî herî kêm sê tişt hewce ye: Axên ku sînorên wan diyar e, dîrokekî ku li ser wê axê jîyan hatîye kirin û gelekî ku çanda wî hebe, herî dawîn jî divê organîzasyonekî hiqûqî û sîyasî hewceye. Ji bo wesfa dewletbûyînê van her sê tiştan lazimatîyên ewil in. Sînorekî îsraîlê tineye. Axekî aîdê wan tineye. Ti gorekî kalê sîyonîstên li wê derê ne li ser wan axan e. Ew dizek û xwespkerên ku ji welatên cuda hatine komkirin û li ser axên Filistînê hatine bicîhkirin in. Ew axên Filistînîyan xesp dikin. Yanê komekî diz li wê derê ye, ne mimkin e em wan wek gelekî qebûl bikin. Lê belê em çima îsraîlê wek dewletekî nas dikin? Werin em wek Meclîsê ji bona ku naskirina îsraîlê ya bi dewletî ji hol rabikin, ji bona ku wê biryara Sazîya Wezîran paşve bibin bangekî bikin. Heger em nikarin wê biryarê bidin paşxistin jî qenebî bidin rawestandin.”
“Werin, em pêşnîyaza xwe ya qanûnî bidin rêza ewil, li ser biaxivin û cezayê bidin qirkeran”
Zekerîya Yapicioglu îfade kir ku “Em wek Meclîsî, tiştên ku rêxistina terorê ya sîyonîstan bikar tîne wek ‘qirkirin’ê nas bikin” û dûre weha berdewam kir, “Werin em Meclîsî biryarekî derxin. Biryareke bi jimara 3379an a ku Sazîya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di 10ê Mijdara 1975an de derxistibû heye. Di vê biryarê de sîyonîzm, wek nijadperest û şekleke cudakirina nîjadan hatîye wesifandin. Werin em jî biryarek wek vê biryarê bigrin. Werin em bibêjin ‘sîyonîzm nîjadperestîye’. Werin em têkilîyên bi rêxistina terorê ya qirkeran re werin kirin jî wek piştgirîkirina terorîzmê û nîjadperestîyê nas bikin. Pêşnîyarekî me ya qanûnê ya ku di rêya 58an de ye hebû. Me pêşnîyarekî qanûnî ya ji bo cezakirina qirkirinan amade kiribû. Ev pêşnîyara me ji bona ku were rojeva Sazîya Giştî, 8 partî piştgirîyê dabûn. Û ew pêşnîyara qanûnê ji salekî zêdetir e li bendê ye ku di Sazîya Giştî de were gotûbejkirin. Werin, em wî bidin rêza ewil a rojevê, wê gotûbej bikin û qirkeran ceza bikin. Heger destê me nagêje wan însanên ku di bin îşxalê de ne, qenebî welatîyên xwe yên ku beşdarî qirkirinê bûne mehkeme bikin û cezayê bidin wan…”
“Ji bo zalimên xwînxwar bijî cehennem”
Yapicioglu herî dawîn weha got, “Bila tu kes xwe paqij dernexe. Hemû kesên ku dema zarok ji birçîna dimrin û ew jî temaşe dikin sûcdar in. Bila tu kes tiştê ku dike weka ku têr dike nebîne. Heger têr bikarana û qîm bikirana ew ê zarok ji birçîna nemirîyana. Xwezîka hemû kes bigota ‘Ji bo tiştên zêde em dikarin bikin?’ hemû kes li gorî qewet û mesulîyeta xwe mesul e. An hindik an jî pir, hemû kes tiştê ku jê mesul e û qeweta wê dighêje mesul e. Herî dawîn jî Birêz Serok, vê gengeşîya ku li vê derê tê jîyandin, gelo em malbatekî Filistînî bidin ber çavê xwe û ew li vê derê bûya û me temaşe bikirana. Gelo ew ê ew malbat kêfa wî bihata an jî xemgîn bibûne? Werin em li vê derê biryarek bigrin û bila ev biryar jî biryarekî ku mirov dikaribe bi diranan pê bigre be. Werin em zaliman kêfxweş nekin, mezluman kêfxweş bikin. Ez dibêjim ji bo zalimên xwînaxar bijî cehennem.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Mehmûdîya Wanê gurên ji birçîna êrîşî axurekî kirin. 111 pez mirin û gelek heywan jî birîndar bûn.
Biryara ku ji teref Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkîyeyê ve hatiye qebûlkirin û îşxalkirina Xezzeyê ji teref rejîma siyonîst ve, polîtîkayên wê yên qirkirinê û hewldanên wê yên îlhaqkirinê şermezar dike, di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Li peravên navçeya Bodrûma Mûxlayê, 19 koçberên ku ji teref hêzên Yewnanî ve hatin şandin, hatin xelaskirin.