Li Qazaxistanê 13 ton û 183 kîlogram kokaîn hat desteserkirin

Li Almatiya Qazaxistanê di operasyoneke narkotîkê de 13 ton û 183 kîlo kokaîn hat desteserkirin, ku ev mezintirîn barkêşiya kokaînê ya di dîroka welat de ye.
Di daxuyaniya Komîteya Ewlekariya Neteweyî ya Qazaxistanê de hat diyarkirin ku di operasyona narkotîkê ya ji bo têkbirina tora navneteweyî ya bazirganiya narkotîkê de li bajarê Almatiyê 13 ton û 183 kîlogram kokaîn hatiye desteserkirin, ku ev wekî mezintirîn desteserkirina narkotîkê di dîroka welat de hatiye qeydkirin.
Di daxuyanîyê de hat diyarkirin ku plan dihat kirin ku maddeyên hişber bi rêya Qazaxistanê bo welatên sêyemîn werin veguhastin û wiha hat gotin, "Du welatîyên biyanî bi şibheya ku di organîzekirina tora belavkirina maddeyên hişber de beşdar in, hatin binçavkirin û girtin."
Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku li ser vê mijarê lêpirsîn hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li bakurê Sûdanê di hilweşîna madena zêr de herî kêm şeş kes mirin, û tê gotin ku nêzîkî 20 kes jî li benda rizgarkirina ji bin kavilan in.
Hikûmeta Xezzeyê ragihand ku bombebarana avahiyên bilind ên ji teref rejîma îşxalker ve bûye sedema koçberbûna bi sed hezaran sîvîlan û li gorî qanûnên navneteweyî bi awayekî eşkere "sûcekî şer" e.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Serokê Emrîkayê Donald Trump bi rêya navnîşana e-nameya xwe peyamek ji alîgirên xwe re şandiye û daxwaza bexşandina 15 dolarî kiriye û îddia kiriye ku ew kesê bijartî ye.
Di êrîşa ku di seatên serê sibehê de li Kampa Şatîllayê hat lidarxistin de pênc kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.