Maduro: Em ê tu carî ji parastina welatê xwe paşve gav neavêjin

Her ku rêveberiya Trump tehdîdên xwe yên leşkerî li dijî Karakas zêde kirin, Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro tekez kir ku welatê wî ne bi kartelên tîryakê re têkilî heye û ne jî li dû şer e. Maduro got, "Diyalog rêya me ye, lê em ê tu carî ji parastina welatê xwe paşve gav neavêjin."
Serokê Emrîkayê Donald Trump careke din tehdîdên xwe yên leşkerî li dijî Venezuelayê zêde kir. Wî diyar kir ku welatê wî dikare di bin navê "dijî-terorê" de axa Venezuelayê hedef bigire û hetta diyar kir ku ger balafirên Venezuelayê nêzîkî Hêzên Behrê yên Emrîkayê bibin, dê werin xistin. Li gorî CNNê, Washington îhtîmala êrîşeke rasterast li ser Karakasê jî dinirxîne.
Hefteya borî, dema ku artêşa Emrîkayê li Karayîban li keştiyek Venezuelayê xist, 11 kes hatin kuştin. Trump êrîşê jî wekî "operasyoneke bazirganiya narkotîkê" binav kir. Lêbelê, pêşketinên li herêmê nîşan didin ku armanca rastîn a Washingtonê hilweşandina Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro ye.
Pentagonê îddîa kir ku du balafirên şer ên Venezuelayê li avên navneteweyî nêzîkî keştiyeke Emrîkayê firîn û tehdîd li Karakasê kirin ku "encamên talûke" bi dest bixe.
Maduro: Venezuela welatekî serbixwe ye û maddeyên hişber hilnaberîne
Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro ji Karakasê axivî û îddîayên Emrîkayê bi tundî red kir. Maduro got, "Îro Venezuela ne kokaîn û ne jî koka hilnaberîne. Em welatekî ne ku li dijî bazirganiya narkotîkê şer dikin."
Maduro di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku welatê wî şerekî leşkerî naxwaze.
"Divê tu nakokî di navbera me û Emrîkayê de nebe sedema şerekî bêsedem. Rêya me diyalog e. Lê em ê derya, asîman û axên xwe biparêzin. Tu împaratorî nikare dest bide axên pîroz ên Venezuelayê."
Maduro her wiha hewldanên sîyasetmedarên şerxwaz ên li Washingtonê li dijî welatê wî şermezar kir û diyar kir ku Wezîrê Derve yê Emrîkayê Marco Rubio "siyasetmedarek e ku dixwaze destên xwe bi xwîna Venezuelayê qirêj bike." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li bakurê Sûdanê di hilweşîna madena zêr de herî kêm şeş kes mirin, û tê gotin ku nêzîkî 20 kes jî li benda rizgarkirina ji bin kavilan in.
Hikûmeta Xezzeyê ragihand ku bombebarana avahiyên bilind ên ji teref rejîma îşxalker ve bûye sedema koçberbûna bi sed hezaran sîvîlan û li gorî qanûnên navneteweyî bi awayekî eşkere "sûcekî şer" e.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Serokê Emrîkayê Donald Trump bi rêya navnîşana e-nameya xwe peyamek ji alîgirên xwe re şandiye û daxwaza bexşandina 15 dolarî kiriye û îddia kiriye ku ew kesê bijartî ye.
Di êrîşa ku di seatên serê sibehê de li Kampa Şatîllayê hat lidarxistin de pênc kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.