Emrîka, ji Erebistana Siûdî û Qeterê re bataryayên din ên mûşekên Patriot şandiye
Li gorî Axios, ku ji çavkaniyên xwe vedibêje, Emrîkayê du bataryayên mûşekên Patriot ên din ji bo parastina tesîsên petrol û gazê li Erebistana Siûdî û Qeterê bi cih kirine.
Li gorî Axios, artêşa Emrîkayê meha borî bataryayeke Patriot ji bo parastina tesîseke petrolê ya girîng li Erebistana Siûdî bi cih kir. Bataryayeke din a Patriot jî ji bo parastina tesîseke gaza xwezayî li Qeterê hat bicihkirin.
Li gorî agahiyên li ser portala fermî, Emrîka dixwest hevalbendên xwe piştrast bike ku eger Donald Trump biryar bide ku li dijî Îranê dest bi çalakiyên leşkerî yên berfireh bike, ew ê tesîsên enerjiyê yên sereke biparêze.
Axios her wiha, bi îşareta rayedarekî Amerîkî, ragihand ku keştiya balafirhilgir a USS Theodore Roosevelt û koma êrîşê ya pê re roja Yekşemê ji San Diego derketin û ber bi Rojhilata Navîn ve diçin. Tê texmînkirin ku ew di nîvê Mijdarê de bigihîjin herêmê. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Derhênerê berê yê Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) Benjamin Davis, li dijî ji kar dûrxistina xwe îtîraz kir û diyar kir ku ew ji ber ku hevgirtina xwe bi Filistîniyên birçî yên li Xezzeyê re nîşan daye, ji kar hatiye dûrxistin.
Weqfa Êtîman ku bi berdewamî piştgirî daye Xezzeyê, herêmeke ku bi komkujî û qirkirinê re rû bi rû maye, ava vexwarinê, gihandiye gelê mezlûm.
Dezgehên çapemeniyê yên rejîma îşxalker ragihandin ku di bûyerek ku di şevê de li Başûrê Lubnanê qewimî de pênc leşkerên îşxalker pileyên cûda birîndar bûn. Hêna jî hûrgiliyên berfireh ên bûyerê nehatine weşandin.
Li Balafirgeha Leşkerî ya Teftenazê li gundewarê Îdliba Sûrîyeyê, teqînên bê sedem qewimîn.