Dînç: Divê hemû dewlet ewlehiya Fîloya Sumud a Kûrewî garantî bikin

Parlamenter û Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Faruk Dînç got, "Wezîrekî qaşo îsraîlê tehdîd li kesên di vê fîloya keştîyê de ne kir û diyar kir ku ew ê van beşdaran bi awayê herî dijwar ceza bikin. Ji ber vê yekê, divê hemî dewlet, bi taybetî rêvebirên welatên ku welatiyên wan di fîloya keştîyê de ne, ewlehiya vê fîloya keştîyê garantî bikin."
Mezintirîn fîloya keştîyan a ku heta niha ji bo şikandina dorpêça Xezzeyê hatiye amadekirin, dest bi rê kir.
Aktîvîstên ji 44 welatên cuda bi Fîloya Sumudê ya Kûrewê re ber bi Xezzeyê ve diçin da ku dorpêça rejîma îşxalker a li ser Xezzeyê bişkînin û alîkariyê bigihînin wan.
Aktîvîst, rojnamevan, siyasetmedar, akademîsyen û zanyar ji 44 welatên cuda yên cîhanê beşdarî Fîloya Sumud a Kûrewî dibin.
Parlamenter û Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Faruk Dînç ku ji Tirkîyeyê tevlî vê filoyê bû, diyar kir ku armanca wan şikandina ambargoya li ser Xezzeyê û gihandina alîkariya mirovî ji bo mezlûmên li wir e.
Parlamenter û Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Dînç ku gihîşt Tunisê got, "Em sê roj in li Tunisê ne û me hinek perwerde dît. Me li ser rêgez û rêziknameyên ku divê kesên di vê fîloya keştîyê de pabend bin nîqaş kir. Perwerde doh bi dawî bû û bi îzna Xwedê em ê dawiya vê hefteyê ber bi Xezzeyê ve biçin. Ji niha û pê ve, hemû tişt tenê axaftin e; divê gavên berbiçav werin avêtin. Di vî warî de, Fîloya Sumud a Kûrewî gaveke berbiçav diavêje, ber bi Xezzeyê ve diçe û dorpêçê dişkîne."
Neteweyên Yekbûyî ragihand ku ew ê vê alîkariya mirovî bi xêrhatinê pêşwazî bike. Wezîrekî qaşo îsraîlî tehdîdan li kesên di vê fîloyê de ne kir û diyar kiriye ku ew ê wan bi awayê herî dijwar ceza bikin. Bi vê wateyê, wî di bingeh de mebest ev bû: "Ez tevahiya cîhanê dixim ber pirsê; ez mafên mirovan û serdestiya hiqûqê îxlal dikim." Ji ber vê yekê, ez dixwazim bangî serokên hemî welatên ku welatiyên wan di fîloyê de ne, û bi taybetî jî Serokê me bikim. Ewlekariya vê fîloyê pir girîng e. Divê ew bi zelalî piştgiriya xwe ji bo vê fîloyê ragihînin û diyar bikin ku ‘ger îsraîl destwerdanê bike, ew ê cezayên giran li ser wê ferz bikin’. Ji ber ku barê ku ev fîlo hildigire mirovahî û dilovanî ye. Armanca vê fîloyê li Xezzeyê rawestandina qirkirinê û gihandina alîkariya mirovî ji bo bindestên li wir e. Parastina vê fîloyê berpirsiyariya hemî mirovahiyê ye, bi taybetî jî serokên cîhanê."
Fîloya Sumudê ji teref Hevpeymaniya Fîloya Azadiyê, Tevgera Cîhanî ya Xezzeyê, Konvoya Berxwedanê û Rêxistina Berxwedanê ya Nusantara ya navenda wê li Malezyayê ve tê organîzekirin.
Piştî temamkirina amadekariyên xwe, ew keştî dê bi beşdarbûna parêzvanên mafên mirovan ji welatên cûrbecûr ber bi Xezzeyê ve bi rê bikeve. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Her ku rêveberiya Trump tehdîdên xwe yên leşkerî li dijî Karakas zêde kirin, Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro tekez kir ku welatê wî ne bi kartelên tîryakê re têkilî heye û ne jî li dû şer e. Maduro got, "Diyalog rêya me ye, lê em ê tu carî ji parastina welatê xwe paşve gav neavêjin."
Di çarçoveya beşek ji Rêxistina Cejna Qurbanê ya 2025an de, Karwana Hêvîyê goştê qurbanên ku li Hindistanê hatine serjêkirin li Dubayê konserve kir û gihand Xezzeyê.
Li Almatiya Qazaxistanê di operasyoneke narkotîkê de 13 ton û 183 kîlo kokaîn hat desteserkirin, ku ev mezintirîn barkêşiya kokaînê ya di dîroka welat de ye.
Ji ber ku rejîma sîyonîst êrîşên xwe yên li ser Xezzeyê didomîne, ji sibeha Înê vir ve 70 Filistînî şehîd bûne. Bombebaran û êrîşan mal, kon û sîvîlên ku li benda alîkarîyê bûn hedef girtin.