Azerbaycanê notayek dîplomatîk ji Rûsyayê re şand
Wezareta Derve ya Azerbaycanê ragihand ku derbarê daxuyaniyên parlamenterê Rûsî Konstantin Zatulin ên li dijî serwerî û yekparçeyiya axa Azerbaycanê de noteyek dîplomatîk ji Rûsyayê re hatiye şandin.
Wezareta Derve ya Azerbaycanê ragihand ku Balyozê Rûsyayê li Bakuyê Mikhail Yevdokimov, li ser daxuyaniyên Parlamenterê Rûsî Zatulin, ji Wezaretê re hatiye gazîkirin û nota dîplomatîk lê hatiye dayîn.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku daxuyaniyên Zatulin ên li dijî serwerî û yekparçeyiya axa Azerbaycanê û helwesta wî ya piştgiriya cudaxwaziyê nayên qebûlkirin û ev helwest bi awayekî bê guman hat şermezarkirin û ji Balyoz Yevdokimov re hat ragihandin.
Di hevdîtinê de, hate destnîşankirin ku ji Rûsyayê hatiye xwestin ku ji bona ku dawî li çalakiyên wêranker ên kesên mîna Zatulin bîne û yên ku dixwazin zirarê bidin aştî û aramiya herêmê, her wiha têkiliyên Azerbaycan-Rûsyayê tedbîrên pêwîst bigire.
Zatulin, ku bi nerînên xwe yên dijî Azerbaycanê tê nasîn, daxuyaniyên rexneyî li cezayên hepsa heta hetayê yên ku li ser rêberên siyasî û leşkerî yên berê yên rêveberiya qaşo Ermenî ya li Qerabaxê hatine birîn kiribû, dabû. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li wîlayeta Kano ya Nîjeryayê, ji ber qulipîna qamyonekê ku zêde bar li ser bû 30 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Araqçî diyar kir ku pirsgirêkên têkildarî bernameya nukleerî ya Îranê tenê bi rêya dîplomasiyê dikarin werin çareserkirin, û tekez kir ku danûstandin tenê rêya pêşveçûnê ye.
Barana giran li rojava û bakurê rojavayê Sûrîyê bû sedema ziyanên mezin û di encamê de gelek kes mirin û koçber bûn.
Erebistana Siûdî û Emrîkayê li Cîddeyê tetbîqatek deryayî ya hevbeş bi navê 'Blue Defender 26' dest pê kirin.