8 Ukraynî di êrîşên Rûsyayê de hatin kuştin: Moskowa îddîa dike ku li gelek cepheyan pêşketin heye
Di demekê de ku rojhilatê Ukraynayê ji nû ve rastî êrîşên giran tê, Serok Zelenskî got ku danûstandinên aştiyê bi Emrîkayê re "dijwar lê avaker" bûn. Di heman demê de, Moskowa îddia dike ku di gelek aliyan de pêşketin çêbûye.
Di êrîşên Rûsyayê yên li rojhilatê Ukraynayê de herî kêm heşt kes hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn. Rayedarên herêmî gotin ku herêmên Xarkiv, Dnîpropetrovsk û Donetsk bi şev rastî topbaraneke dijwar hatin.
Li gorî agahiyan, li Xarkîvê sê sivîl mirine û gelek kes jî birîndar bûne, li Dnipropetrovskê jî kesekî jiyana xwe ji dest daye. Li Donetskê jî di şerên dijwar de çar sivîl mirine.
Di êrîşa balafirên bêmirov ên Rûsî ya li ser avahiyek apartmanan li herêma Sumyê de herî kêm heft kes birîndar bûn.
Di heman demê de, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku di şevekê de 67 dronên Ukraynayê hatine xistin, ku yek ji wan li herêma Volgogradê ye, lê ti agahî li ser qurbaniyan nehatine dayîn. Wezaretê her wiha îddîa kir ku navendeke fermandariya veşartî ya artêşa Ukraynayê li herêma Kupyanskê bi topên 152 mm hatiye wêrankirin.
Li ser cepheya sîyasî, Serokkomarê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskî got ku danûstandinên bi Emrîkayê re "dijwar lê avaker" bûn. Li gorî agahiyan, Zelenskî dê îro bi rêberên Ewropî re li ser helwest û bendewariyên hevpar ên derbarê pêvajoya aştiyê de nîqaş bike.
Serokê tîma danûstandinan a Ukraynayê, Rustam Umerov, li Florîdayê bi nûnerên Amerîkî re jî civiya. Umerov tekez kir ku danûstandin di çarçoveya lêgerîna "çareseriyek adil ku ewlehî, serxwebûn û serweriya Ukraynayê garantî bike" de hatine kirin.
Serokê Emrîkayê Donald Trump li Washingtonê got ku ew "hinekî xemgîn" e ku Zelenskî bi lez û bez bersiva pêşniyara wan a aştiyê nedaye.
Plana Amerîkî, ku Rûsya jî li dijî hinek xalên wê ye, ji meha borî ve di bin gelek guhertinan de ye û bi taybetî li paytextên Ewropî, ji ber ku "pir zêde tawîzan dide Moskowê" rexne lê hatiye kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di qezaya balafireke sivik a li Pîreneyê de, 4 kes mirin.
8ê Kanûna Pêşîn a 2024an ne tenê dîrokeke sîyasî bû, lê di heman demê de xaleke werçerxê bû di dîroka Sûrîyeya nûjen de jî, ji ber ku gel serkeftina xwe li ser rejîmekê ku bi dehan salan welat bi despotîzm û zordariyê birêve biribû piştrast kir.
Hilweşîna çeteyên ku ji teref rejîma sîyonîst ve têne piştgirîkirin leztir bûye. Piştî mirina xaîn Yaser Ebû Şebab, di 48 saetên dawî de bi dehan milîsên çekdar teslîmî hêzên ewlehiyê yên girêdayî HAMASê bûn.