Ramanli: Heger Kurd hevparê desthilatdarîyê bibin dê heq û mafê xwe jî bidestbixin
Parlamenterê HUDA PARÊ Serkan Ramanli, di “Komxebata Çareserîya Însanî ya Ji Bo Meseleya Kurd” de axivî û got, “Em ê bibine şirîk desthilatdarîyê ku em karibin desthilatdarîyê de bibine şirîk, em ê bighîjîne heq û mafê xwe jî. Rê bellî ye. Rê rêya sîyasetê, rêya meşrû û rêya sîvîl e.”
Ji teref Serokatîya Karên Hiqûqî û Mafên Însanî yê HUDA PARê ve li Wanê Komxebata Çareserîya Însanî ya Ji Bo Meseleya Kurd hat tertîpkirin.
Rûniştina duyemîn a komxebatê bi sernavê “Polîtîkayên Ziman û Kurdan Di Pêvajoya Damezrandina Komarîyê De” hat pêşkêşkirin.
Di rûniştina ku serokatîya wî Lêkolîner û Nivîskar Mehmet Yavuz Ay kir de, Parlamenterê HUDA PARê Serkan Ramanli jî pêşkêşîyek kir.
Ramanli îfade kir ku sed salan e di nav Kurdan de zimanê perwerdehyê Kurdî ye, mînaka herî mezin a vêya jî medreseyen in.
Temamê axavtina Ramanli wiha ye:
“Di Kurmancî de gotinekî heye, tê goti ku ‘Tiştê çû nede dû’. Em hatine xapandin, sed sal berê ev tarîx pêşîyê me dîtin. Ka gelo em ê li îstîqbala we çi bibînin, lazim e em li ser vêya biaxivin. Mijara min li ser ziman e, li ser zimanê perwerdehîyê ye. Ka ev li gorî civakê mimkin e yan na? Sed sal e û ji vê sed salê jî paştir di Kurdan de zimanê perwerdehîyê Kurdî ye. Di medreseyên me de zimanê Kurdî zimanê perwerdehîyê ye. Hewce nake ku em li derûdorê dinyayê bigerin.
Hinek nîjadperest îro rabûna ji ber ku dengên qewmîyetperwerên Tirk ji xwe re bicivînin, û ji wê bêpar nebînin îro radibin dibêjin, ‘Ma bi çi rengî wê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehîyê’. Ji xwe qet qala zimanê fermî jî nake. Îro dibêjin Kurdî ne zimanê perwerdehîyê ye. Ev jî dinyanedîtîye. Dema ku tu ji wan re bibêjî jî ew ê bibêjin ‘Qey ma me Yozgat nedîtîye, ma me nevşehîr nedîtîye, ma me çankiri nedîtîye.’
Hinek welat hene ku zimanê wan ê perwerdehîyê du heb in an jî sêheb in bi vê şeklê yên zêde jî hene. Hetta li hinek welatan zimanê fermî jî ji yek hebî zêdetir e. Mînak li Komarîya Başûrê Efrîqayê hem Îngîlîzî hem jî Efrîqanî herdu jî zimanê fermî ne. 11 zimanê fermî jî di eyaletên wan de hene. Mînak li Emrîkayê wek teksas, New York du zimanên perwerdehîyê hene. Vana jî hem Îspanyolî hem jî Îngîlîzî ne. Li Kanadayê du zimanê fermî hene, ji wan yek Îngîlîzî yê dinê jî Fransî ye. Li Parzemîna Asyayê mînak li Malezyayê 137 ziman hene, Malayî û Îngîlîzî van herduyan zimanê fermî ne. 6 ziman jî zimanê perwerdehîyê hatine qebûlkirin. Li Parzemîna Awistralya mînak Papûa Gîneya Nû 800 ziman li wir hene, 3 zimanê wan fermî ne, 3 ziman jî zimanê perwerdehîyê ne. Parzemîna Ewrûpa mînak li Fînlandîya; Swêdkî û Îngîlîzî zimanê fermî ne û zimanê perwerdehîyê ne. Li Spanyayê 17 wîlayetên wan hene û li her wîlayetên wan jî hinek ji wan dudu hinek jî ji wan sisê zimanê fermî hene. Demek kî li ser rûyê erdê bi yek zimanê zêdetir zimanê fermî jî dibe û zimanê perwerdehîyê jî dibe. Lê belê li kîjan welatî ev tineye? Ewa ku zêhnîyeta wan ku Kemalîst in tineye. Her kesî dikin nav şiklekî tenê. Dema ku hemî kesan bikî nav şiklê xwe, bi esasî tu heqaret li Xwedê jî dikî. Çîmkî Xwedê bixwesta em tev alema însanîyetê bi yek ziman û yek qewm Xwedê dikaribû me bixuliqandana. Li wê mirad nekir. Bi pir zimanî û pir qewmî me xuliqand da ku em hev nas bikin. Ev îradeya Xwedê ye lazim e ku em jê re teslîm bibin. Kemalîzm îsyana li ber emrê Xwedê ye.
Dema ku em li Stenbolê bûn hinek xwendekaran ji me pirsîn gotin hûn de’wa çi dikin? Hûn jî dikarin wek me dikanên xwe vekin, zanîngehê bixweyînin, hûn jî dikarin bibin parêzer. Hûn dewa çi dikin ez ji we tiştekî fêhm nakim. Min jî ji wî re got çavê xwe bigre û van tiştan bide ber çavên xwe. Wextê ku ev dewlet hatîye damezrandin, pêşkêşvanê vê dewletê ne Mustafa Kemalê ji Selanîkê bûna, Mustafa Cemalê ji Silêmanîyê bûna. Navê vê dewletê ne Tirkîye bûna û bi tevakî Kurdistan bûna. Û me ji temamê hemwelatîyê vê dewleta hanê re bigota navê me tev Kurd e, zimanê perwerdehîyê tenê bi Kurdî ye, em millet navê me milletê Kurd e û li temamê çîyayên xwe me binivîsanda xwezî li wê kesê ku bibêje ez Kurd im. Ew kesê ku bigota em Kurdin, lê em Tirkin û me jî pêl serê wî bikirana. Û me bigota tu xwe bi wê şeklê dihesibînî lê tu şaş î, ev Kurdayetî ne navê qeymekî ye û wextê ku me qîma xwe pê neanîta û we jî bikirana hepsê. Dema ku hûn îtîraz jî bikirana me ji we re bigota me em ne birayên Misilman in, dev ji zimanê Kurdî û Tirkî berdin em birayê hev in. Û hûn ji vê xewê şîyar bibûna dê hîssîyata we çi bibûna. Yekî got bi Xwedê mûyê min bûne wek şûjinan. Û hîssîyata min zehf xera bû. Yên ku ev xeyal xweşa wî hatibe jî bila baş zanibe ku Kemalîstan ava xwe berdane ser hevîrê wî jî.
Em di însanîyetê de wek hev in û di Misilmanîyetîyê de jî birayê hev in. Roj were bira xwîna xwe jî di ber birayê xwe de dirêjîne. Di însanîyetê de heçî Misilman heçî xeyrî Muslîm ferqa me ji hev tineye. Zimanê hemî kesî birûmet e wek zimanê me. Qewmîyeta herkesî bişeref e, wek qewmîyeta me. Em ji hev ne cuda ne. Ez vana ji gelê Kurd re dibêjim, lewra ez dizanim bi Îngîlîzî jî bibêjim, bi Kurdî û Tirkî jî bibêjin fêhm nakin. Kemalîzm tu çi ji wan re bibêjî feydeya wan tineye.
Kurd di dîrokê de sekineke sîyasî nîşan nedane. Îro em rasterast ji hev re bibêjin îro herî kêm jimara Kurda li Tirkîyeyê 20-30 milyon e. Dema ku ev şer û pevçûn, ev rêya ku ne meşrûye ji bona me Kurdan û ji bona însanîyeta me em ji holê rakin rêya sîyasetê û rêya îknakirinê bi tevlî vê nifûsa Kurda mimkin e ku meseleyên xwe safî bike. Lê bi çi awayî? Ne ku bibe parsekê devê derîyê hinekê din. Ne ku parsê bike û bixwaze. Xwe bi xwe li pîya be, sîyaseteke rast û zelal ji xwe re rê bike û têde bimeşe. Ka kengî wextê ku desthilatdarî kete destê Kurdan jî bû şirîkî desthilatdarîyê ha hingî bighêjin meqsed û miradê xwe. Oldar û dîndarên vê memeleketê bi desthilatdarîyê gihîştine heqê xwe. Sernixûmandina pîrekê bi çi awayî serbest bû? Bi vî awayî serbest bû. Îro lazim e ev vêya jî bikin serê xwe, muxalefet ne barê stûyê me Kurdan e. Hinek dibêjin em ê Serokkomar daxînin yekî dinê bila bibe Serokkomar em ê muxalefetîyê ji wî re jî bikin. Xêre çima? Muxalefet qey barê stûyê me ye? Em ê bibine şirîk desthilatdarîyê ku em karibin desthilatdarîyê de bibine şirîk, em ê bighîjîne heq û mafê xwe jî.
Rê bellî ye. Rê rêya sîyasetê, rêya meşrû û rêya sîvîl e. Ger em di rêya xwe de şaş nebin bi îzna Xwedê em ê bighêjin meqsed û miradê xwe.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di encamnameya “Komxebata Çareserîya Însanî ya Ji Bo Meseleya Kurd” ku ji teref Serokatîya Karên Hiqûqî û Mafên Însanî yê HUDA PARê ve hat belavkirin de bal hat kişandin; divê meseleya Kurd ji nerîna bes ewlehîyê were derxistin, çareserîya meseleyê bes ne tenê aştîya hindir; lê belê ji nû ve avakirina şiûra ummet û îstîqrara herêmî re jî mifteyek e.
Dr. Sirri Şik, Muftiyê Wanê di “Komxebata Çareserîya Însanî ya Ji Bo Meseleya Kurd” de got, "Dema ku mirovahî an jî Ummet li dû pirsgirêkên xwe ye, divê em ji bîr nekin ku Îslam, di heman demê de ku em hewl didin ku di warê nirxên mirovî an jî nirxên Ummetê de bigihîjin astek diyarkirî ya hevgirtinê, bi destûra Xwedê, tu kesî ji me neçarî bêçaretîyê nake."
Prof. Dr. Abdulhadi Timurtaş, Rêveberê Enstîtuya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Van Yuzuncu Yıl, di “Komxebata Çareserîya Însanî Ji Bo Meseleya Kurd" de got, "Zimanê Kurdî gihîştiye astek ku amade ye û dikare bibe zimanê pergalek perwerdehiyê ya berfireh."