Encamnameya Komxebata Çareserîya Însanî ya Ji Bo Meseleya Kurd hat weşandin
Di encamnameya “Komxebata Çareserîya Însanî ya Ji Bo Meseleya Kurd” ku ji teref Serokatîya Karên Hiqûqî û Mafên Însanî yê HUDA PARê ve hat belavkirin de bal hat kişandin; divê meseleya Kurd ji nerîna bes ewlehîyê were derxistin, çareserîya meseleyê bes ne tenê aştîya hindir; lê belê ji nû ve avakirina şiûra ummet û îstîqrara herêmî re jî mifteyek e.
ji teref Serokatîya Karên Hiqûqî û Mafên Însanî yê HUDA PARê ve li Wanê di eywana konferansê yê otêlekî de “Komxebata Çareserîya Însanî ya Ji Bo Meseleya Kurd” hat tertîpkirin.
Encamnameya komxebata ku bi 3 rûniştinê hat tertîpkirin, hat weşandin.
Beşa Kurdî ya encamnameyê ji teref Temsîlkarê Hewlêrê yê HUDA PARê Abdussamed Yalçin ve, ya Tirkî jî ji terf Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mahmut Şahîn ve hat xwendin.
Encamname bi ayeta “Ey gelî wan kesên ku îman anîne! Ji bo Xwedê heqiyê îkame bikin û bi ‘edalet şahidiyê bikin.” (Maide: 8) dest pê kir û temamê encamnameyê wiha ye:
“Meseleya Kurd, yek ji pirsgirêkên bingehî yên Tirkiyê ye ku ji kûr ve ji hêla civakî, siyasî û çandî ve bandoreke zêde li hebûna wê dike. Ev mesele ji ber ku xwedî karekterekî kûr, dîrokî û piralî ye tenê di warê ewlekariyê an jî asayîşê de nabe were temaşekirin.
Ew erdnîgariya ku Kurd di seranserê dîrokê de lê jiyane, di sedsala dawî de di nav sînorên çar welatên cuda de maye. Ev rewş bi rastî mumkun bû ku wekî çavkaniyek dewlemendiyê were hesibandin û çand, ziman û baweriyên cûda bi hev re bijîn. Lêbelê, li şûna pêşxistina vê potansiyelê, polîtîkayên nasyonalîst ku ji hêla dewleta neteweperest ve hatine çêkirin, pratîkên neheq û neqanûnî yên wekî asîmîlasyon, dersînorkirin û zextê anîne holê.
Kurd bi dîrok, bawerî, kevneşopî û mîrasa xwe ya çandî, ûnsurekî bingehîn ê vê herêmê ne. Bi sedsalan e, wan çarenûsek hevpar bi gelên din ên li heman axan dijîn re parve kirine, kêfxweşî û xemgîniyan parve kirine. Beşdariyên wan di warên zanist, rêveberî û perwerdehiyê de, bi taybetî mîrasa zanistî û manewî ya ku ji hêla kevneşopiya medreseyan ve şekil sitendiye, bi girîngî beşdarî tevna çandî ya herêmê bûne.
Polîtîkayên înkar, asîmîlasyon û zordariyên ku ji teref damezrandina Komarê ve hatine meşandin, bi hedefgirtina nasname, ziman û çanda Kurd birînên kûr di bîra civakî de vekirine. Di vê pêvajoyê de, pêwîst bûye, ev zîhniyeta ku cudahîyan wekî tehdit dibîne û cihêrengiya civakî, hem ji hêla rewşenbîrî hem jî ji hêla qanûnî ve tepeser dike, were pirsyarkirin û were derbaskirin.
Çareseriya pirsgirêka Kurd bi komkirina rastiyên dîrokî, hessasiyeta însanî û nêzîkatiyek edaletê li ser bingehek hevpar mimkun e. Çavkaniya pirsgirêkê ne gel bi xwe ye, belkî zihniyeta otoriter a yekalî ye ku îradeya wan û telebên wan î meşru’ ditepisîne. Ji ber vê yekê, çareseriyeke daîmî dikare bi pêvajoyeke lihevhatina civakî ya li ser bingeha diyalog, danûstandin û hevxemiya dualî, ne bi tundûtûjiyê, were bidestxistin.
Di hindirê vê salê de a yekem 15 û 16ê sibatê li Diyarbekir, a duduyan 25ê meha 10 li Wanê me ‘Komxebata li ser Çareseriyek însanî ji bo Meleseya Kurd’ me tertîp kir. Em hêvî dikin ku xizmetê ji çareseriyê re bike û hemî beşên civakê li ser bingeha qîmetên însanî û edaletê nêzîkî hev bikin. Li gorî têgihiştinên ku di komxebata me de hatine pêşkêş kirin, em encam û pêşniyarên jêrîn bi raya giştî re parve dikin.
1- Divê ziman, nasname û çanda gelê Kurd bi destûrî werin garantîkirin; divê polîtîkayên cudakar û asîmîlasyonê werin rakirin. Divê heqê zimanê dayikê di çarçoveya heqê însanî yên alemî de wekî heqekî bingehîn were naskirin; divê Kurdî, ku zimanê bi mîlyon kesan e, ji aliyê qanûnî ve were parastin. Divê li tu deverê ti astengiyên fiîlî an qanûnî ji bo hebûna bi nasnameya Kurdî tune bin.
2- Mesele ya Kurd ne tenê li Tirkiyeyê, di heman demê de li tevahiya dewletên ku Kurd lê dijîn, rasterast bandorê li aştî, aramî û têkiliyên biratiyê dike. Ji ber vê yekê, her lêgerînek ji bo çareseriyê divê bi dîqqetkirina rastiyên herêmî were kirin.
3- Divê meseleya Kurd bi tevahî ji mesele ya ewlekarî were derxistin, were neqilkirin bi bal platformeke ku tê de heq, edalet û biratî ji nû ve teheqquq dike were sazkirin.
4- Têgihîştina ku cudahî ne tehdît in, belkî wesîleyên rehmetê ne, divê were xurtkirin. Hemî zimanên ku ayetên Xwedê ne divê hemû qedexeyên li ser wan werin rakirin, û divê helwestên dûrkirin û neqebûlkirina zimanan werin terkkirin. Tesîra yekgirtî ya zimanan ji bo însan û civakan baş tê zanîn. Nimûneyên ji çar aliyên cîhanê ve nîşan didin ku hebûna ji yek zimanî zêdetir ne tehdît e ji bo welatekî, belkî dewlemendiyek e.
5- Çareseriya mesele ya Kurd ne tenê wekî mifteya aştiya navxweyî, belkî di heman demê de wekî mifteya ji nû ve avakirina aramiya herêmî û hişmendiya Ummetê jî divê were dîtin.
6- Îdeala ‘Medresetü'z-Zehra’ ya Bedîuzzaman Seîd Nursî modelek e ku dikare ji bo meseleya Kurd a îro çareseriyekî îlham bike. Ger ciwanên Kurd zimanên din fêr bibin û bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin, dê beşdarî hewza zanîna hevpar a ummetê bibin û cudahîyên herêmî dewlemend bikin. Ev vîzyon ne tenê pêdiviyek herêmî ye; îdealek alemî ye ji bo îhyakirina ummetê.
7- Bi sedsalan e, alimên Kurd temsîla damarek îrfanê kirine ku îrfan, zanîn û edaletê di dilê vê herêmê de zindî hiştiye. Wan rastî li dijî zilmê, zanîn li dijî nezanînê û biratî li dijî fitnê parastine. Îro, wezîfa me ew e ku em vê mîrasê îhya bikin û deriyên îhyayek nû di bin rêberiya zanînê, ronahiya îrfanê û germahiya biratiyê de vekin. Çimkî îhyakirina van axan tenê bi îhyakirina vê mîrasa kûr mumkun e.
8- Kurdan di Şerê Serxwebûnê (kurtuluş savaşı) û damezrandina cumhuriyetê de, di parastina welat û avakirina nîzameke nû ya civakî de roleke bingehîn lîstin. Lêbelê, bersiva rejima Kemalîst a li hember têkoşîn û qurbanîdana wan a hevpar bi polîtîkayên înkar û dûrxistinê, bû sedema şikestineke kûr. Qebûlkirina vê rastiyê û naskirina Kurdan wek damezrîner hem ji bo edaletê û hem jî ji bo biratiyê şert e.
9- Pêvajoya "Tirkiyeya Bê Teror/Têkbirina PKKê" ku li Tirkiyeyê dest pê kiriye, pêvajoyek girîng e ku ne tenê siyaseta navxweyî ya Tirkiyeyê, di heman demê de hemû gelên herêmê, bi taybetî jî Kurdên li Îran, Iraq û Sûriyeyê dijîn, bi kûrahî eleqedar dike. Çekdanîna orgutê tê mana rakirina astengiyeke girîng a li pêşiya çareserkirina mesele ya Kurd. Ku pêvajo bighîje hedefa xwe wê biratî, aramî û serfiraziya hevpar a gelên herêmê xurt bike; ku têkbiçe wê şikestin, bêewlehiyên nû derxe û rê li ber mudaxeleyên emperyal veke. Ji bo avakirina aştiya erênî û qanûna biratiyê, divê ev pêvajo bi ciddî were meşandin û bi ezm û qerar were domandin.
10- Divê were tekîtkirin, gavên ku ji bo çareseriyê têne avêtin an jî dê werin avêtin, pêkanîna daxwazên meşru’ yên mafan bê şert û merc, bêyî tu danûstandinekê, wê biratiya di navbera Kurd û Tirkan de xurt bike. Ev gav, gavên yekîtîyê ne, ne yên parçekirinê ne. Divê neyê jibîrkirin ku çareseriyeke bi edalet ji bo pirsgirêka Kurd di riya ‘Tirkiyeyeke Mezin û Bi Hêz’ de gavek e ku nebe nabe.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Parlamenterê HUDA PARÊ Serkan Ramanli, di “Komxebata Çareserîya Însanî ya Ji Bo Meseleya Kurd” de axivî û got, “Em ê bibine şirîk desthilatdarîyê ku em karibin desthilatdarîyê de bibine şirîk, em ê bighîjîne heq û mafê xwe jî. Rê bellî ye. Rê rêya sîyasetê, rêya meşrû û rêya sîvîl e.”
Dr. Sirri Şik, Muftiyê Wanê di “Komxebata Çareserîya Însanî ya Ji Bo Meseleya Kurd” de got, "Dema ku mirovahî an jî Ummet li dû pirsgirêkên xwe ye, divê em ji bîr nekin ku Îslam, di heman demê de ku em hewl didin ku di warê nirxên mirovî an jî nirxên Ummetê de bigihîjin astek diyarkirî ya hevgirtinê, bi destûra Xwedê, tu kesî ji me neçarî bêçaretîyê nake."
Prof. Dr. Abdulhadi Timurtaş, Rêveberê Enstîtuya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Van Yuzuncu Yıl, di “Komxebata Çareserîya Însanî Ji Bo Meseleya Kurd" de got, "Zimanê Kurdî gihîştiye astek ku amade ye û dikare bibe zimanê pergalek perwerdehiyê ya berfireh."