Li Sûrîyeyê hilbijartin dê di meha Îlonê de bê kirin
Hat desntîşankirin ku ew ê li Sûrîyeyê hilbijartin di meha Îlonê de bê lidarxistin û ew ê jimara qoltixa Meclîsa Gel jî ji 150yan derkeve 210an.
Serokê Komîteya Bilind a Hilbijartinên Meclîsa Gel Muhammed Taha El Ahmed, ragihand ku ji 14 bajaran temsîlvan di Meclîsa Gel de cîh bigrin û ew ê jimara qoltixan jî ji 150yan derkeve 210an.
El Ahmed, destnîşan kir ku li gorî çêkirinên nû ew ê pileya temsîla di meclîsê de ya wîlayetan, li gorî jimara nifûsa 2011an ji nû ve bê diyarkirin û ew ê ji van endaman jî 70ê kesên wan ji teref Serokkomar Ahmed Şara ve were tayînkirin.
El Ahmed derheqê roja hilbijartinê de jî agahîyan da û îfade kir ku piştî qebûlkirina biryarnameya sîstema hilbijartinê ew ê komîteyên binî di nav hefteyekî de were damezrandin û wê van komîteyan jî di nav 15 rojan de sazîya hilbijartinê diyar bikin.
El Ahmed îfade kir ku ew ê pêvajoya namzedbûnê wê piştî damezrandina komîteyan dest pê bike, tê plankirin ku hilbijartin jî di 15-20ê Îlonê de bê kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji ber ku rejima îşxalker agirbestê îxlal dike doh heta êvarê êrîş pêk hatin, di encama wan êrîşên sîyonîstan de herî kêm 6 Filistînî şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Berdevkê Tûgayên Qessam (berdevkê nû) Ebû Ubeyde, li dijî hevkarên ku xizmeta sîyonîstên îşxalker dikin û zirarê didin gelê xwe, daxuyanîyek tund da.
Li bajarê Kufra yê li başûrê rojhilatê Lîbyayê, helîkoptereke ku xizmetên ambulansê digirt ket xwarê û sê kes mirin.
Li wîlayeta Gyeonggi ya Koreya Başûr helîkopterekî leşkerî ket xwarê, di encamê de du kesan canê xwe ji dest dan.