Li Xezzeyê derewa agirbestê: Di êrîşên îşxalê de herî kêm 6 kes şehîd bûn
Ji ber ku rejima îşxalker agirbestê îxlal dike doh heta êvarê êrîş pêk hatin, di encama wan êrîşên sîyonîstan de herî kêm 6 Filistînî şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Sîyonîstên îşxalker agirbestê daîma îxlal dikin, roh li cîhên cuda yên Xezzeyê êrîşên pêk anîtin.
Di encama bomberdmana li dijî avahîyekî ya li herêma Suweydî en-Nasrê Îbrahîm Ferîd ez-zaanîn, Ahmed Suveylim, Atiyye Şebat û qîza wî Lemiâ şehîd bûn. Di heman rojê de li herêma Beyt Lahîyayê jî Nebil Muhammed Ahmed er-Rahlê 54 salî jî bi guleyên sîyonîstan hat qetilkirin. Hat îfadekirin li Deyr El Belahê jî cotkar Xalid Bereke, bi êrîşa sîyonîstan şehîd ket.
Hat destnîşankirin ku di saetên serê sibehê de li peravên Refahê masivanekî Filistînî, bi êrîşa ÎHAyê ya sîyonîstan birîndar bû. Li gorî agahîyan li Taxa Zeytûna Xezzeyê jî li derdorê Dibistana El-Fellahê bi robotên ku teqemenî barkirîbûn wêranîyên nû pêk anîtin.
Heta niha rejima îşxalker gelek caran agirbestê îxlal kirîye û di encama wan îxlalkirinan de gelek Filistînî şehîd bûn û gelekê wan jî birîndar bûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Medyaya sîyonîstan îddîa kir ku amadekariyên bicihkirina bi hezaran leşkerên Endonezyayî li Xezzeyê di bin navê "hêzeke îstîqrara navneteweyî" de dest pê kirine.
Li Tunisê, rexneyên li ser Serokkomar Kais Saîd her ku diçe vediguherin tohmetên sûc. Girtina endamekî hilbijartî yê parlementoyê û dadwerekî ji kar hatiye dûrxistin ji ber parvekirinên li ser medyaya civakî, rexneyên ku dibêjin dîktatorî li welat tê sazkirin xurttir kiriye.
Berdevkê Tûgayên Qessam (berdevkê nû) Ebû Ubeyde, li dijî hevkarên ku xizmeta sîyonîstên îşxalker dikin û zirarê didin gelê xwe, daxuyanîyek tund da.