Tirkiye li hember îxlalkirina agirbestê yên rejima îşxalker bertek nîşan da
Wezareta Karên Derve ji ber îxlalkirina agirbestê û komkujiya sivîlan a vê êvarê ji aliyê rejîma îşxalker a siyonîst ve "fikara xwe ya kûr" anî ziman.
Wezaretê destnîşan kir ku êrîşên rejîma îşxalker ên li ser Xezzeyê îxlalkirineke eşkere ya agirbestê ye.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate destnîşankirin:
"Em ji ber raporên ku dibêjin di encama êrîşan de sivîl dibin qurbanî, pir bi fikar in.
Em careke din tekez dikin ku pabendbûna bi tevahî ya agirbestê ji bo parastina hêviya aştiya mayînde û avakirina ewlehiya herêmî girîng e.
Em careke din banga xwe ji îsraîlê re dubare dikin ku pabendî agirbestê bibe û xwe ji kiryarên ku aştî û aramiyê xera dikin dûr bigire.
Tirkiye dê hevgirtina xwe ya bi gelê Filistînê re bidomîne û dê piştgiriyê bide hewldanên ji bo pêkanîna aştiyek adil, mayînde û berfireh li herêmê.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Sindirgiya Balikesîrê di seatên serê sibehê de di mezinahîya 4,2yan de erdhejek rûda.
Parlamenterê Entabê yê HUDA PARê Şahzade Demîr di civîna çapemeniyê ya li Meclîsê de tekez kir ku Bendava Cizîrê ne tenê wekî projeyek enerjiyê, lê di heman demê de wekî projeyek çandinî, îstihdam û pêşkeftinê jî divê were dîtin.
Koçerên ku havînê diçin zozanên hênik, zivistanê jî diçin herêmên germ, jiyana xwe yên bi hezarsalî didomînin. Koçerên ku li çîyayên navçeya Qabilcewza Êlihê hatin dîtin, qala jiyana xwe kirin.
Li Colemêrgê di operasyona ekîbên cendermeyan de 15 kîlo û 255 gram rezîna esrarê hat desteserkirin. Kesekî ku têkildarî bûyerê hatibû binçavkirin jî hat girtin.