Koçeran dest bi koçberîyê kirin
Koçerên ku havînê diçin zozanên hênik, zivistanê jî diçin herêmên germ, jiyana xwe yên bi hezarsalî didomînin. Koçerên ku li çîyayên navçeya Qabilcewza Êlihê hatin dîtin, qala jiyana xwe kirin.
Koçerên ku li ser rêya koçberîya çîyayên Qabilcewza Êlihê ne, demsala havînê li zozanên hênik, zivistanê jî li herêmên germ derbas dikin.
Malbatên ku kevneşopîya bi hezarsalan a koçberîyê berdewam dikin, digel zor û zehmetîya xwezayîyê jiyana xwe ya keveşopîyê diparêzin.
Cahît Ok ku yek ji koçeran e, derheqê jiyana koçerîyê de agahîyan da.
“Ev meşa me nêzê du mehan didome”
Ok got, “Em ji Kopa Mûşê têne û diçin Nisêbînê. Em havînê diçin Kopê, zivistanê jî diçin Nisêbînê. Em niha bi meşê diçin Nisêbînê, ev meş jî nêzê du mehan berdewam dike. Wisa texmîn dikim ku di nav 20 rojan de wm ê bighêjin Nisêbînê.”
Ok diyar kir ku ew bi şev û roj rêyên xwe berdewam dikin û weha li axavtina xwe zêde kir, “Bi navê Xwedê gelek zor û zehmetî hene. Ji serê sibê ve di rê de ne û dimeşin. Bi şev û roj di rê de ne.”
“Em debara xwe ji vêya temîn dikin”
Cahît Ok, destnîşan kir ku karê wan şivantîye, û heger heywan tinebe debara wan jî tineye:
“Karê me şivantîye. Zivistanê em diçin Nisêbînê heywanên me li wê derê dizên. Berxikên xwe li wê deêr bêslî dikin. Di biharê de jî wan difroşin. Dûre dîsa diçin zozanan. Rojê du caran şîrê mêşinên xwe ji wan didoşin û ji şîrê wan penêr û mast çêdikin, wan jî difroşin û debara xwe pê dikin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan li Stenbolê bi endamên Buroya Sîyasî ya HAMASê re civîya.
Li navçeya Sindirgiya Balikesîrê di seatên serê sibehê de di mezinahîya 4,2yan de erdhejek rûda.
Parlamenterê Entabê yê HUDA PARê Şahzade Demîr di civîna çapemeniyê ya li Meclîsê de tekez kir ku Bendava Cizîrê ne tenê wekî projeyek enerjiyê, lê di heman demê de wekî projeyek çandinî, îstihdam û pêşkeftinê jî divê were dîtin.