Şofêrê ku di êrîşa çekdarî de birîndar bûbû canê xwe ji dest da
R. O. (45) ku îro li navçeya Rezan a navenda Dîyarbekirê di êrîşa çekdarî ya li ser rawestgehek taksiyan de birîndar bû, li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin canê xwe ji dest da.
Îro derdora saet 10:30an de li Kolana Emek a navçeya Rezanê ya navenda bajarê Dîyarbekirê, li rawestgeheke taksiyan êrîşeke çekdarî pêk hat.
Di êrîşa çekdarî de, şofêrê taksiyê yê bi navê R. O. (45) bi giranî birîndar bû.
Hat hînbûn ku R. O. (45) ê birîndar, ku ji teref ekîbên tenduristî ve li ser xeberdayînê hatin cihê bûyerê rakirin nexweşxaneyê, canê xwe ji dest da.
Şahidên li Kolana Emekê, ku êrîş lê pêk hat, îddîa kirin ku tîm dereng gihîştin cihê bûyerê tevî ku navnîşan li navendê ye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Rezan a Dîyarbekirê, di êrîşeke çekdarî ya li ser firoşgeheke taksiyan de şofêrê taksiyê birîndar bû.
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand ku di operasyoneke tîmên cendermeyan de li navçeya Liceya Dîyarbekirê 555 kîlogram tiryak hatiye desteserkirin û 25 şikdar hatine girtin.
Li navçeya Kemalpaşaya Îzmîrê otobûseke ku karkerên febrîqeyê di nav de bûn û mînîbûsek li hev qelibîn, di encama qezayê de 13 kes birîndar bûn.