Li Dîyarbekirê 555 kîlogram tiryak hat desteserkirin: 25 kes hatin binçavkirin
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand ku di operasyoneke tîmên cendermeyan de li navçeya Liceya Dîyarbekirê 555 kîlogram tiryak hatiye desteserkirin û 25 şikdar hatine girtin.
Wezîr Yerlikaya di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de destnîşan kir ku di operasyona Fermandariya Cendermeyan a Parêzgeha Dîyarbekirê de 470 kîlogram skunk û 85 kîlogram esrar hatiye desteserkirin.
Yerlikaya diyar kir ku di çarçoveya operasyonê de 25 şikdar, di nav de 14 kesên ku wekî bazirganên madeyên hişber hatine nasîn, hatine binçavkirin.
Operasyona ku bi hevkariya Daîreya Îstîxbarata Cendermeyan, Têkoşîna li dijî Qaçaxçîtî û Sûcên Rêxistinkirî (KOM) û Têkoşîna li dijî Sûcên Narkotîk, li gorî talîmatên Serdozgeriyên Komarê yên Dîyarbekir û Liceyê hat lidarxistin, bi helîkopterekê, bi balafireke bêpîlot a Bayraktar TB2 û 190 personelên cendirmeyan piştgirî hat dayîn.
Yerlikaya diyar kir, "Madeya hişber dijminê herî mezin ê mirovahiyê ye. Em ê bi biryardarî, ji bo welatê me û ji bo mirovahiyê, têkoşîna xwe ya li dijî firoşkarên madeya hişber ên ku cesaret dikin bidomînin." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Kemalpaşaya Îzmîrê otobûseke ku karkerên febrîqeyê di nav de bûn û mînîbûsek li hev qelibîn, di encama qezayê de 13 kes birîndar bûn.
Qezaya trafîkê ya tirsnak a ku li Dîyarbekirê dema kamyonek li du wesayîtan qelibî qewimî, ji hêla kamerayên ewlehiyê ve hate qeydkkirin.
Xêrxwazên ku ji bo sivikkirina êş û azarên komkujî û qirkirina ku ji aliyê rejîma îşxalker ve li dijî Xezzeyê hatiye kirin, ji alîkarî û piştgiriyê dûr nakevin, her carê bi cureyekî fedakarîyê yê cuda dilsoziya xwe ya ji bo doza Qudsê nîşan didin.