Şewata daristanê ya li Tekirdaxê dest pê kir gihîşt Çanakkaleyê

Şewata daristanê ya ku doh piştî nîvro li navçeya Şarkoy a Tekîrdaxê dest pê kir, di bin tesîra bayê de bi lez belav bû û gihîşt devera gundewarî ya Kavakkoy a navçeya Gelibolu ya Çanakkaleyê. Sedema şewatê hêna jî nehatiye diyarkirin.
Şewata daristanê ya li navçeya Şarkoyê ya Tekîrdaxê derket û ber bi navçeya Gelibolu ya Çanakkaleyê ve belav bû, tê mudaxelekirin.
Di dema ku agir pê ket de, germahiya hewayê 32 pile Celsius (92 pile Fahrenheit) û leza bayê 46 kîlometre di saetê de (26 mîl di saetê de) bû. Di bin van şert û mercan de, agir zû dest bi tehdîda taxên Şenkoy, Kocaali û Kızılcaterzi kir. Li van deveran di bin koordînasyona AFADê de valakirin pêk hat. Hinek xanî û embar zirar dîtin, û niştecihan hewl dan ku heywanên xwe bibin cihekî ewle.
6 balafir, 6 helîkopter, 60 kamyonên avê û 350 personel bi hev re kar kirin û hewlên sarkirinê tevahiya şevê berdewam kirin.
Walîyê Çanakkaleyê Omer Toraman diyar kir ku şewat ji bo boriyên gaza xwezayî an jî tesîsên leşkerî talûkeyek çênekiriye.
Wî diyar kir ku tê texmînkirin ku agir bi destwerdana balafiran di saetên sibehê de bê kontrolkirin.
Parêzgariya Tekîrdaxê li ser medyaya civakî bang li welatiyan kir ku ji nêzîkbûna herêma şewatê dûr bisekinin û goh bidin hişyariyên rayedaran.
Ji bo pêşîgirtina belavbûna agir ji parêzgehên derdorê hêzên ewlehiyê hatin şandin. Li deverên bandordar qutbûna elektrîkê berdewam dike û hêzên ewlehiyê piştgiriyê didin hewldanên valakirin û vemirandina agir. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di qezaya ku li nêzî navçeya Bismil a Dîyarbekirê pêk hat de, ku mînîbusek ku karkerên çandiniyê hildigirt gêrê şerempolê bû, 13 kes birîndar bûn.
Serokê Têkildarê Derve yê HUDA PARê Huseyîn Îmîr, derheqê êrîşên rejima îşxalker a sîyonîst de ku bi beheneya bûyerên li Sûweydeyê êrîşê Şamê dike de got, “Bi zelalî vekirîye ku rejima sîyonîst enê ji hêzê fêhm dike. Bêdengî, vê rejima terorê zêdetir wêrektir dike.”
Naîle Aktaşê dayîka Serokê Bajêra Diyarbekirê yê berê yê HUDA PARê Osman Aktaşê wefat kir.
Serokê Têkiliyên Derve yê HUDA PARê Huseyîn Îmîr, li ser êrîşên li ser Sûrîyeyê got, "Divê welatên herêmê li hember polîtîkayên êrîşkar ên rejîma terorîst a siyonîst ku veguheriye îşxaleke fiîlî bêdeng nemînin."