HUDA PAR ji êrîşên rejîma îşxalker a li ser Sûriyeyê re bertek nîşan da

Serokê Têkiliyên Derve yê HUDA PARê Huseyîn Îmîr, li ser êrîşên li ser Sûrîyeyê got, "Divê welatên herêmê li hember polîtîkayên êrîşkar ên rejîma terorîst a siyonîst ku veguheriye îşxaleke fiîlî bêdeng nemînin."
Serokê Têkiliyên Derve yê HUDA PARê Huseyîn Îmîr li ser êrîşên rejîma îşxalker ên li ser başûrê Sûrîyeyê bertek nîşan da.
Serokê Têkiliyên Derve yê HUDA PARê Huseyîn Îmîr, derbarê êrîşên ku ji teref rejîma terorê ya sîyonîst ve bi beheneya Durzîyan têne kirin de got, "Divê welatên herêmê li hember van polîtîkayên êrîşkar ên rejîma terorê ya siyonîst ku veguheriye îşxaleke fiîlî bêdeng nemînin."
"Rejîma terorîst a siyonîst bi firseddîtina ji aloziyan êrîşên xwe didomîne"
Îmîr êrîşên rejîma îşxalker şermezar kir û got, "Rejîma terorîst a sîyonîst bi firseddîtina ji aloziyên di navbera komên Durzî û Bedewî yên li başûrê Sûrîyeyê de êrîşên xwe didomîne û hevsengiya nazik a li herêmê hîn bêtir têk dide."
"Ev êrîş gavên talûke ne ku aştiya mayînde tehdît dikin"
Îmîr bi bîr xist ku Sûrîye piştî salên şerê navxweyî dîsa li aramiyê digere û got, "Di vê heyamê de bi rêya kêmneteweyan çêkirina kaosê û sabotajkirina vejîna welat stratejiyeke îşxalkeran a eşkere ye. Ev êrîş ne tenê li dijî hiqûqa navneteweyî ne, lê di heman demê de gavên talûke jî diavêjin ku aştiya mayînde ya li herêmê tehdît dikin."
"Divê em bi awayekî çalak piştgiriyê bidin pêvajoya vejandina Sûriyeyê"
Îmîr diyar kir ku divê welatên herêmê li hember polîtîkayên êrîşkar ên rejîma terorîst a siyonîst bêdeng nemînin û got, "Divê ew bi awayekî çalak piştgiriyê bidin pêvajoya vejîna Sûriyeyê. Ev hewldanên bêîstîqrarkirinê, ku bi rêya kêmneteweyan têne kirin, ne tenê ewlehiya Sûriyeyê, lê ya tevahiya Rojhilata Navîn tehdît dikin. Divê gelê Sûriyeyê rê nede dubarebûna wêrankirina salên dirêj, û divê hemû alî li gorî prensîbên aştî û serweriyê tevbigerin." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Erxenî ya Dîyarbekirê, mirovek ku dixwest derbasî alîyê dinê bibe wesayît lê qelibî, dema qezayê ji teref kamerayên dikanekî ve hat kişandin.
Şewata daristanê ya ku doh piştî nîvro li navçeya Şarkoy a Tekîrdaxê dest pê kir, di bin tesîra bayê de bi lez belav bû û gihîşt devera gundewarî ya Kavakkoy a navçeya Gelibolu ya Çanakkaleyê. Sedema şewatê hêna jî nehatiye diyarkirin.
HUDA PARê, di salvegera teşebûsa derbeya xaîn a 15ê Tîrmehê de peyameke biniviskî belav kir.