Welîkê Serokê Giştî yê HUDA PARê Yilmaz, encamên herba li dijî Îranê nirxand

Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê Halef Yilmaz, destnîşan kir ku di dawîya herba Îran û rejima îşxalker de rejima îşxalker tu qezencekî leşkerî bidestnexist; lê Îranê gelek qezencan bidestxistîye.
Yilmaz, di daxuyanîya ku li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî parve kir de, piştî îlankirina agirbestê encamên herba rejima îşxalker û Îranê nirxand.
Yilmaz, got, “Em ji vê halê xwe re bigrîn, an gelo bikenin, weka hinekan biçûk bixin an jî çarekî bibînin?” û got rejima îşxalker bi hêza xwe ya leşkerî li ser dinyaya tehekkum dike.
Yilmaz destnîşan kir ku îşxal li cîhanê sazîyekî heydûdî li dar xistîye, ji biryarekî li dijî wî re goh nadê, sazîyên wek NY, UCMyê jî li hember Misilmanan wek “darekî” bikartîne.
Halef, îfade kir bi tevî vêya jî Misilmanan acizî û ziîfîyên xwe dibînin lê dîsa jî ji bo vêya çareserîyekî çênakin û di nav xwe de gengeşîyê dikin.
Yilmaz Herba 6 Rojê (Hezîran 1967) bibîrxist û got, “îsraîlê ku di nav 6 rojan de 6 welatên Ereban têk bir û wan kir rêzê, di 1967an de dîsa di mehekî Hezîranê de êrîş kiribû. Di nav 6 rojan de ji 20 hezarî zêdetir Misilman şehîd bûbûn; Sûrîye, Misir û Urdin bi hemû hêzên xwe yên leşkerî ji îsraîlê re stûyê xwe xwar kirin û bi tevî Quds, Xezze, Sîna û girên Golanê ji teref îsraîlê ve hatin îşxalkirin, di nav 6 rojan de îşxalkeran xwe 4 qat mezin kirin.”
Yilmaz pirsî, “Di nav wê rojê û îroyê de ferqekî heye gelo?” û got rejima îşxalker dîsa di meha Hezîranê de êrîşê Îranê kir û ev êrîş jî 12 roj berdewam kir.
3 hedefên rejima îşxalker
Halef Yilmaz, destnîşankir di êrîşên li dijî Îranê de 3 hedefên rejima îşxalker hebûye û wan jî weha da rêzkirin:
“1- Ew ê bernameya nukleerî ya Îranê bê dawîkirin û di êrîşan de dewlemendkirina sifir bê zextkirin û ji holê bê rakirin.
2- Ew ê bernameya pêşvebirina fuzeyên Balîstîkî bêne dawîkirin û îmhe kirin.
3- Ew ê bi êrîş û sûîqestên ewil ji bireveberîya Îslamî re dawî bê anîtin, sazîyeke Şahê bê avakirin û ew jî qîm neke welat bi temamî bê parvekirin.”
Encamên Herbê
Yilmaz encamên herbê jî nirxand û weha berdewam kir:
“Îranê qapasîteya xwe ya nukleerî parast; wisa xuya dike ku hinek zerarên biçûk çêbûne.
Hemû fuzeyên Balîstîkî ku yên berê nehatine ceribandin jî hatine ceribandin.
Hatîye fêhmkirin ku ev potansîyela balîstîkî ji bona wêrankirina îsraîlê qîm dike.
Xeyn ji vana ew ê di dilê sîyonîstan de jî daîma girekî hebe ku gelo çekên pêşveçûyîn hene an jî tinene.
Bi tevî muxalîfan, hemû gel li derdorê bireveberîya Îranê civîyan. Xaînên ku bi rejima sîyonîstan re di nav hevkarîyê de ne, hedefên wan di dilê wan de ma.
Di dawîya 12 rojê de îsraîlê tiştên ku di herba 6 rojê de bidestxistîye, di vê herba 12 rojê de ji sedî yek jî bidestnexistîye.
îsraîlê di dîroka xwe de cara yekem hewqas bi xerabûnekî ciddî re rûbirû ma.
Piranîya welatên herêmê, fêhm kirin ku ew dikarin derheqê îsarîlê de werin.
Tirsa xwedîbûna çekên nukleerî yên welatên herêmê wek qapasîteya nukleerî ya Îranê ket dilê sîyonîstan.
Misilmanan dîtin ku Îranê bi tena serê xwe vêya kirîye, ji ber vê yekê heger Misilman bibin yek ew ê bibin hêzekî mezin.
Hemû kes dît ku tu rêyekî dinê tineye ku qirkirina li Xezzeyê bide sekinandin.”
Wezîfeya ku dikeve ser milê welatên Îslamê
Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê Dr. Halef Yilmaz di berdewamê de tiştên ku ji vê seatê şûnve bêne kirin jî got û weha berdewam kir, “Divê welatên Îslamê fêhm bikin ku li hember xwe lazimatîya wan ji hêz û sîya Emrîkayê re tineye û divê dev ji vêya jî berdin. Divê êdî dev jê berdin ku li hember xwe gazî Emrîka û Rûsyayê bikin. Divê îxtîlafên nav xwe bi rijandina xwîna Misilmanan û şîddetê çareser nekin, berevajî heq û edaletê bidin ber çavên xwe û li gorî wî hereketê bikin; îradeya çareserîya ku Quran û Sinnet nîşanê me daye bê nîşandan. Divê li hember êrîşên ku ji derve têne û bi taybetî jî li hember êrîşên sîyonîstan bibin yekwicûd û yek hêz.”
Yilmaz, “Divê welatên Îslamê, di nav xwe de peymanekî ciddî amade bikin ku dema ku sîyonîstan êrîşê me yek bike weka ku êrîşê me hemûyan kiribe bê hesibandin û bersiv jî ji teref me hemûyan ve bê dayîn. Divê Îranê li hember alema Îslamê ya sunnî gavên ku ewlehîyê bide bavêje, heger ne mimkinbe jî ku em biçin wek dewrên berê ji bo vêya teşebbûsên ciddî bêne kirin û bide ber xwe. Tirkîye, divê serokatîya dewrê binirxîne û gotinên hamasî bide alîyekî û gavên ciddî bavêje. Divê Îran, Îraq, Sûrîye û welatên ku dixwazin bikevinê di nav xwe de peymanekî êrîşnekirinê îmze bikin û bi tevî vê peyanê hevkarîya hêzê bikin. D-8ê ku Tirkîye û Îranê bibin serî bi lez û bez bikeve merîyetê û alema Îslamê we hêzekî tevbigere. Divê êdî bê qebûlkirin ku NY û sazîyên dinê yên Navneteweyî tu maneyekî wan nemaye, bes me diewqînin û li hember me vegerîyane ‘Aygita S(sîyonîzmê)’, ji bo vêya jî divê çareserî û tedbîr bêne pêşvebirin.”
“Îranê cara yekem, di warê sazkirina dengeya hêzê de serfiraz bû”
Halef Yilmaz destnîşan kir ku windahîya herî mezin a di vê herbê de nesekinandina êrîşdarîya li dijî Xezzeyê ye, “Helbet em vê rewşê tenê bavêjin ser stûyê Îranê ev hem neheqîye û hem jî di serî de qebûlkirina vê rewşê ye. Mesele ne tenê îsraîl e, weka ku ew dibêjin ‘heger îsraîl bikeve ew ê hemû rojava bikeve’ Îranê care yekem di warê sazkirina dengeya hêzê û bersivdayîneke ciddî ya li hember êrîşdarîya sîyonîstan de serfiraz bû. G-7 û hemû rojava di serî de Îngilistan tehdîdan kirin û di her warî de zexê bi serfirazî bikaranîtin.”
“Dersên ku divê Îranê ji xwe re derxe”
Yilmaz ku got, “Divê li vê derê hemû kes xeletîyên xwe, kêmasîyên xwe wek dersekî ji xwe re derxe. Encax divê herî zêde Îranê ji xwe re van dersan derxe.” Dûre weha berdewam kir:
“Li hindir gelek zêde xaîn hene. Ketine her cîh. Heta vê karê weka ku li Tehranê tesîsa dronê çêbikin jî mezin kirine.
Parastina hewayê pirr û pirr ziîf e û hemû tecrîbeyên salan di nav di hefteyê de zerarekî mezin dît.
Pirsgirêkên wî yên di îmaja wî ya alema Sunnîyan de jî berdewam dike.
Yanê divê Îranê ji xwe re rûnê û kêmasîyên xwe cardin ji ber çavan derbas bike û tiştên ku hewceye bike hesab bike û bi alema Îslamê re şekla xwe ya dîyalogê bi şekleke ciddî dêyne ser maseyê.
Bi tevî vêya jî divê ji bona ku di dinyayê de neyê tecrîtkirin di warê çareserkirina gelek problem û meseleyên di nav alema Îslamê de gavên ku hewcene bavêje.
Berîya vana tiştê herî muhîm jî ev e ku divê bi Pakistan, Tirkîye, Efxenistan hetta bi Sûrîyeyê re têkilîyên xwe çêbike û di warê yekîtîya alema Îslamê de barê ku li ser stûyê wî dikeve bicîh bîne.
Herhal talûkeya ku derbeya xwe ya ewil ji ber sîxûran û însanên ku bi teklîfa îsraîlê wek kewan ketine nav tora sîyonîstan jî dîtîye.”
Halef Yilmaz di dawîyê de bang li alema Îslamê jî kir û got, “Ev kar, heta ku ji axên Filistîna îşxalkirî re ji bejahîyê neyê ketin û bedekên giran neyê dayîn dawî nabe. Divê Misilmanan vêya plan bikin. Ji Urdinê, ji Sûrîyeyê, ji Libnanê, ji Misirê divê bi şeklekî rêyên ku ji alîyê bejahîyê bê ketin bê çêkirin. Ji bona ku ev tişt çêbibe jî wezîfeyê hemû kesan heye. Ji bo vêya hem dîplomasî, hem fînans, hem yekîtî, hem ewlehî, hem îrade û hem jî bede lazim e.”
“Em yekîtî û bihevrebûna alema Îslamê xeyal dikin, ji bona ku vêya çêbibe jî çi ji destê me were em ê bikin”
Yilmaz gotina Serokê Giştî yê berê yê HUDA PARê merhûm Mehmet Yavuz ku gotibû, “Ji me re dibêjin ku hûn pirr xeyalperestin. Erê xeyalekî me heye. Em xeyal dikin ku yekîtî û bihevrebûna alema Îslamê saz bikin û yên ku “Kelîa Tewhîdê” tînin ji hev re nebin asteng.” Bibîrxist û di dawîya nivîsa xwe de weha got: “Erê, em ê dev ji vê xeyala xwe bernedin û ji bona ku ev xeyala me çêbibe çi ji destê me were em ê bikin bi îzna Xwedê. Ji wan kesên ku dibêjin ev tişt nabe re jî vêya dibêjin: Mirov ji bo tiştê ku bawer nake re naxebite. Encax ev, xeyale û armancekî pîroza Quranî ya ku divê di vê oxirê re xebat bê kirin e.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Meletîya Kevn a Meletîyê trênek û wesayîtek li hev qelibîn, di encama qezayê de 5 kes birîndar bûn.
Li navçeya Eyyûbîyeya Rihayê di nav dikanekî de nîqaş derket, di encama nîqaşê de du birayên Îraqî bi çekan hatin kuştin.
Li navçeya Antakyaya Hetayê, di nivîngeha prefabrîk a ku karker di nav de diman de şewat derket. Şewat di demeke kurt de mezin bû û nivîngeh bû wek xwelîyê.
Li navçeya Artukluya Mêrdînê wesayîtek û mîksereke betonê li hev qelibîn, di encama qezayê de 2 kesan canê xwe ji dest dan.