Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê Demîr, rojevê nirxand

Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê Şahzade Demîr, di daxuyanîya çapemenîyê ya ku li Meclîsê da de, derheqê erdheja Stenbolê, polîtîkaya Keşmîrê ya Hîndistanê, qirkirina li Xezzeyê û vebêrên avdayîna erdên çandinîya ji bo herêma bakur de nirxandinan kir.
Parlamenterê Entabê û Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê Şahzade Demîr, li Meclîsê daxuyanîyeke çapemenîyê da û hem rojeva hindirê welat hem jî rojeva derveyê welat nirxand.
Demîr, destnîşan kir ku erdheja herî dawîn a ku li Stenbolê pêk hat, nîşan dide ku hêna jî veguherîna bajaran bi tesîrdarî nehatîye kirin, heger erdhejeke mezin li Stenbolê çêbibe ew ê xerabûneke mezin pêk were û ji ber vê yekê Demîr bang li hikûmetê kir ku bila bi lez û bez gavên acîl bavêjin.
Demîr, ragihand ku ev erdheja herî dawîn a ku li Stenbolê pêk hat nîşanê me da ku em pirr bêhazir in.
“Hîndistan, li Keşmîra di bin îşxalê de ye li dijî Misilmanan bi sîstematîkî îxlalên mafên însanî pêk tîne”
Şahzade Demîr di daxuyanîya xwe de rojeva derveyê welat jî nirxand û weha got, “Di demên dawîn de malumê weye ku di navbera Hîndistan û Pakistanê de gengeşîyekî heye. Em qala gengeşîya Keşmîrê dikin. Keşmîr, tenê meseleyekî nerazîbûna erdekî an jî sebebên nerazîbûnên wek vêya nîne. Krîza Keşmîrê, ji nerazîbûna erd jî wêdatir meseleya micadeleya nasname, bawerî û pêşeroja 15 milyon Misilmanan e. Em ji vê meseleyê re ewakî lê dinêrin. Hîndistan, li Keşmîra di bin îşxalê de ye li dijî Misilmanan bi sîstematîkî îxlalên mafên însanî pêk tîne. Di vî warî de gavan davêje. Mizgeft û nîşanên Îslamî têne hedefgirtin, herêm ji bona ku bibe herêmekî Hînduyî tevgereke bi lez heye ku sedema navend a pirsgirêkê jî ev e.”
“Ji meseleya Xezze û Filistînê re bi kîjan çavê tê nihêrtin; divê Misilmanên cîhanê ji Misilmanên Keşmîrê re jî bi wî çavê lê binêrin û xwedî li wan derkevin”
Di berdewama daxuyanîyê de Demîr weha got, “Di demeke nêz de gavekî ku di encamê de 26 kesan canê xwe ji dest dan û piştî vê bûyerê de jî bi sedan însan bi şekleke bêhiqûqî hatin girtin û ji ber vê yekê gengeşî zêde bû hat avêtin. Ev rewşa bi talûke ya li Keşmîrê, di nav Hîndistan û Pakistanê de bû sedema ji nû ve destpêkirina pevçûnan. Polîtîkayên veguhertina demografîk û îxlalên mafên însanî ya Hîndistanê, bi rageşîya leşkerî ya li sînor re gihaşt hev, rîska herba herêmî jî bi xwe re derxist holê. Niha di dinyayê de tehdîdekî ewakî çêbûye. Hîndistanê, ava Çemê Îndusê ji Pakistanê re naşîne ev jî îxlalkirina hiqûqa navneteweyî ye. Di vê demê re welatê Îslamê bêdeng dimînin lê divê bi Pakistanê re bikevin nav piştgirîyekî zelal. Divê ew gavên zêde wek ji daxuyanîyên sîyasî bavêjin û mekanîzmayên zexta dîplomatîkî bikin rewacê, sazîyên dinê yên wek Teşkîlata Hevkarîya Îslamî ya welatên dinê yên Misilmanan îxlalên mafên însanî ya ku Hîndistanê pêk tîne bînin rojevê û xwedî li Misilmanên Cammu Keşmîrê derkevin. Ji meseleya Xezze û Filistînê re bi kîjan çavê tê nihêrtin; divê Misilmanên cîhanê ji Misilmanên Keşmîrê re jî bi wî çavê lê binêrin û xwedî li wan derkevin.”
“Biryara ku li dijî Cemaeta Birayên Misilman hatîye girtin bi tundî şermezar dikin”
Demîr gavên Urdunê ya ku di demên dawîn de avêtîye nirxand û weha got, “Urdunê daxuyand ku ew hemû fealîyetên Cemaeta Birayên Misilman qedexe kirin, navenda wan girtin û dest danîn li ser hemû malên wan. Ev biryar di çapemenîyê de jî hat dîtin. Em vê biryara ku li dijî Cemaeta Birayên Misilman hatîye girtin bi tundî şermezar dikin. Ev gav tenê qedexekirina tevgerekî nîne; ji bo zextkirina îradeya berxwedana ummetê îxanetekî ye. Lazim e ku ev bi vê şeklê bê dîtin. Ev tewra zextwarî ya ku hemû destên ku ji Filistînê re têne dirêjkirin jê dike, ew ê ji dîrokê re wek şermekî bê nivîsandin. Hefteya borî jî 16 kes bi îddîayên ku ÎHA û fuzeyan çêdikin hatin girtin, ev jî bi zelalî nîşan dide ku hemû destekên ku bi çavan têne dîtin ji Filistînê re têne kirin, tên krîmînalîzekirin. Di vî warî de mesulîyetekî mezin dikeve ser milê gelê Urdunê. Ji bona ku xwedî li berxwedanê derkevin, li hember polîtîkayên bêşiûr û zextwarî bê sekinandin û rûmeta ummeta Îslamê biparêzin bêdeng nemînin û di vî warî de zextê bidin ser hikûmetê. Divê bi Misilmanên li Filistîn û Xezzeyê re jî di nav piştgirîyê de bin.”
“Em bi dorpêç û birçîbûnîya ne însanî ya li Xezzeyê tên îmtîhankirin”
Şahzade Demîr di berdewama daxuyanîya xwe de weha got: “Li alîyekî dinê qirkirina li Xezzeyê berdewam dike. Em bi dorpêç û birçîbûnîya ne însanî ya li Xezzeyê tên îmtîhankirin. Li wê derê polîtîkayekî îmha ya ciddî berdewam dike. Êrîşên bejahî û hewa ya rejima îşxalker her roj ku diçe zêdetir dibe. Rejima sîyonîst bi zelalî qirkirinekî pêk tîne; dinya jî vê wehşetê temaşe dike, welatên Îslamê jî xwe kirine nav bêdengîyekî zilletê. Ev dîmen, me hemûyan dike nav şermekî. Di vî warî de gavekî herî muhîm ê ku hewceye bê avêtin, qutkirina hemû minasebetên dîplomatîk, aborî û leşkerî/ewlehî ye. Ji bona ku ji Xezzeyê re hem ji bejahî û hem jî ji hewayê alîkarî bê şandin konvoy bêne tertîpkirin, van konvoyan jî bi leşkerî bêna muhafezekirin. Ji bona ku konvoyên alîkarîyê di nav ewlehîyê de bighêjin Xezzeyê, yekîneyên leşkerî an bi balafirên leşkerî an jî bi temînkirina parastinekî leşkerî bê tertîpkirin û temînkirin.”
“Welatên Îslamê ji bona ku dorpêça Xezzeyê bê rakirin û korîdorekî însanî ya acîlî bê vekirin bi biryarekî hevpar, mekanîzmayên zexta navneteweyî bikin dewreyê”
Demîr bal kişand ji bona ku korîdorekî însanî ji Xezzeyê re bê vekirin lazim e ku hemû kes wezîfeyên xwe bicîh bînin, “Welatên Îslamê ji bona ku dorpêça Xezzeyê bê rakirin û korîdorekî însanî ya acîlî bê vekirin bi biryarekî hevpar, mekanîzmayên zexta navneteweyî bikin dewreyê. Divê di BMGK, Dadgeha Cezaya Navneteweyî û platformên dinê de teşebûs bêne destpêkirin. Ji şîrketên ku ji balafirên herbê yên sîyonîstan re dibin şirîk bêne boykotkirin; ji malên rejima sîyonîst re boykotekî tam bê îlankirin”
Şahzade Demîr herî dawîn derheqê bakur de jî axivî û îfade kir ku temamkirina Bendava Cizîrê, ew ê ji nêzê 770 donim erd re avê temîn bike, ji ber vê yekê divê ev proje bi lez û bez bê temamkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Weqfa Êtîman ku ji bo êtîm, sêwî û bêkesan li nav welat û derveyê welat fealîyetan lidar dixe, wek her sal vê salê jî ji bona ku goştê qurbanan bighêjîne ser sifreyan hazirîyê dike.
Li navçeyên Hewag, Curnê Reş û Xelfetîya Rihayê zîpik barîya, bi tevî xanî û wesayîtan darên fistiq, zeytûn û pembûyan jî zerarê dîtin.
Li navçeya Sêwreka Rihayê nêzê 50 qonteynirên ku karker di nav de bûn şewitîn û bûn wek xwelîyê.