Ji HUDA PARê daxuyanîya Sûrîyeyê: “Bi zelalî vekirîye ku rejima sîyonîst enê ji hêzê fêhm dike”

Serokê Têkildarê Derve yê HUDA PARê Huseyîn Îmîr, derheqê êrîşên rejima îşxalker a sîyonîst de ku bi beheneya bûyerên li Sûweydeyê êrîşê Şamê dike de got, “Bi zelalî vekirîye ku rejima sîyonîst enê ji hêzê fêhm dike. Bêdengî, vê rejima terorê zêdetir wêrektir dike.”
Îmîr diyar kir ku rejîma terorîst a sîyonîst, bûyerên li wîlayeta Suweydayê ya Sûrîyeyê wekî beheneyan bi kar aniye û êrîşên li ser avahiyên Serfermandariya Giştî û Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê kirîye, ew van êrîşan şermezar dikin.
"Êrîş gaveke talûkeye ku aştiya herêmî tehdît dike"
Îmîr bi bîr xist ku Sûrîye piştî salên şerê navxweyî dîsa li aramiyê digere û got, "Ev êrîş sabotajeke kirêt a pêvajoya vejîna welat e. Ev êrîş, ku bi eşkereyî qanûna navneteweyî îxlal dikin, gaveke talûkeye ku aştiya herêmî tehdît dikin. Van êrîşên dawîn, helqeyekî sîşsîşeya êrîşên ku li Xezzeyê berdewam kirîye û belavê herêmê dike ye. Ev bêwijdanî ne tenê nîşaneya polîtîkayên wê yên îşxalê ye, lê di heman demê de nîşaneya stratejiya wê ya kûrkirina kaosê ye, ku bi piştgiriya Emrîkayê û hevalbendên wê yên Rojavayî hêdî hêdî Rojhilata Navîn bêîstîqrar dike."
"Armanca rejîma terorîst ew e ku cîhana Îslamê bêîstîqrar bike û stratejiya xwe ya îşxalê topyekûn bicîh bîne..."
Îmîr bal kişand ku êrîşên çeteyên îşxalker ên li ser Sûrîyeyê tehdîdê li ser serweriya gel dixwin û got, "Armanca rejîma terorîst eşkere ye: Ew dixwaze ku cîhana Îslamî bêîstîqrar bike, hêza rêveberiyên di nav sînorên Welatê Sozdayî de bişkîne heta ku stratejiya xwe ya îşxalê tevahî bicîh bîne û bêyî ku rastî berxwedanekê were, bigihîje armancên xwe."
"Rejîma sîyonîst ku bi stratejiya xwe ya kûçikên har êrîşî her derê dike, ew ê neçar bimîne ku vekişe nav kulûbeya xwe"
Îmîr got, "Eşkere ye ku rejîma siyonîst tenê ji hêz û qewetê fêm dike," û gotinên xwe wiha domand:
“Bêdengî vê rejîma terorîst zêdetir wêretir dike. Ji ber vê yekê, welatên herêmê divê niha ne tenê bi daxuyaniyên şermezarkirinê, lê di heman demê de bi gavên astengker û berbiçav û pratîkî jî li dijî van polîtîkayên îşxalê rawestin. Rejîma terorîst ne bêşikestî ye. Dema ku pereyên ku ji welatên herêmê ber bi patronê wê, Emrîkayê ve diherikin werin qutkirin, ew ê rejîma sîyonîst, ku bi stratejiya xwe ya kûçikê har êrîşî her derê dike, neçar bimîne ku xwe vekişîne nav kulûbeya xwe.”
"Divê welatên herêmî bi awayekî çalak piştgiriyê bidin pêvajoya vejandina Sûriyeyê"
Îmîr di axaftina xwe de ji gelê Sûrîyeyê û welatên herêmê re got, "Divê gelê Sûrîyeyê bi hemû hêmanên xwe yên etnîkî û mezhebî li dijî vê plana îşxalê û bêîstîqrariyê bibin yek, aştiya navxweyî û hevgirtina civakî xurt bikin û divê welatên herêmê bi awayekî çalak piştgiriyê bidin vejîna Sûriyeyê." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di qezaya ku li nêzî navçeya Bismil a Dîyarbekirê pêk hat de, ku mînîbusek ku karkerên çandiniyê hildigirt gêrê şerempolê bû, 13 kes birîndar bûn.
Naîle Aktaşê dayîka Serokê Bajêra Diyarbekirê yê berê yê HUDA PARê Osman Aktaşê wefat kir.
Serokê Têkiliyên Derve yê HUDA PARê Huseyîn Îmîr, li ser êrîşên li ser Sûrîyeyê got, "Divê welatên herêmê li hember polîtîkayên êrîşkar ên rejîma terorîst a siyonîst ku veguheriye îşxaleke fiîlî bêdeng nemînin."