HUDA PARê derheqê nîqaşa şiîra “Kurmancî” de daxuyanî da: Divê astengîyên li ber zimanê dayîkê werin rakirin

Berdevkê HUDA PARê Yunus Emîroglu derheqê rojeva hindir û derveyê welat nirxandinan kir.
Berdevkê HUDA PARê Yunus Emîroglu, derheqê nîqaşên ku li ser Kurmancî ku Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş li Dîyarbekirê xwendibû û ew li ser hîsaba medyaya civakî ya Meclîsê hatibû parvekirin derketibû de nirxandinek kir. Emîroglu di nirxandina xwe de îfade kir ku divê astengîyên li ber zimanê dayîkê werin rakirin.
Emîroglu li ser mijarê got, “Divê hemû astengîyên fiîlî û qanûnî yên xeyn ji zimanê Tirkî li ber bikaranîtin û peyivandina zimanên dayîkê werin rakirin.”
“Ev bêtehemmulîya ku ji zimanê Kurdî re tê nîşandan, bi armanca qewetkirina yekîtî û bihevrebûnîya Tirkîyeyê nakeve”
Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş û Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, li Dîyarbekirê hinek zîyaretan pêk anîtin, Emîroglu got ku peyamên di wê zîyaretê de hatine dayîn gelek muhîm in û got, “Bertekên ku ji zimanê Kurdî re têne nîşandan ku Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş bi Kurdî axivî û ew li ser medyaya civakî ya Meclîsê hatîye parvekirin, bi vî welatê nakeve û nayê qebûlkirin. Ev bêtehemmulîya ku ji zimanê Kurdî re tê nîşandan, bi armanca qewetkirina yekîtî û bihevrebûnîya Tirkîyeyê nakeve.”
“Divê pêşîya axivandina zimanê dayîkê yên welatîyan were vekirin”
Yunus Emîroglu bibîrxist ku berê jî li ser hîsabên medyaya civakî ya Meclîsê bi zimanên dinê yên biyanî parvekirin hatine kirin û ji wan re tu bertekek nehatîye nîşandan, “Ev bêtehemmûlîya ku ji zimanê Kurdî re tê nîşandan ku ev ziman ji teref gelek welatîyên me ve tê bikaranîtin, bi zelalî neyartîya Kurmancî û Kurdan e. Ev bertek, sekin û nerîna ku tê nîşandan nîşana tune hesibandina hebûna Kurdan, înkarkirina zimanê wan e. Mixabin ev sekin û nerîn, hêna jî di Makeqanûna 1982yan de ku ev makeqanûna derbeyê ye xwe nîşan dide. Divê bêşert û bêmerc hemî astengîyên fiîlî û qanûnî yên xeyn ji Tirkî ku li ber bikaranîtina zimanên dayîkê hene werin rakirin. Divê pêşîya bikaranîtina zimanê dayîkê ya welatîyan di her alîyê de wek perwerdehî û xizmetên raya giştî were vekirin.”
“Kurd, bi tevî xûşk û birayên xwe yên Tirk ên Misliman yek ji unsurên damezrînerên eslî yên du kes a Komarîya Tirkîyeyê ye”
Berdevkê HUDA PARê Yunus Emîroglu, derheqê guhertinên ku bi rêziknameya ku di 10ê Cotmeha 2023yan de di Rojanemaya Fermî de hatîye weşandin ketîye merîyetê de jî axivî û axavtina xwe weha berdewam kir:
“Bi Biryarnameya Serokkomarîyê qanûnek hat derxistin ku tê gotin civakên ku bi eslê xwe Tirk in lê ne welatîyên Komarîya Tirkîyeyê ne ew ê li Tirkîyeyê êdî biyanî neyên hesibandin û dema ku di raya giştî an jî sektora taybet de bixebitin ew ê ji wan re cudahîyekî pozîtîfî were nîşandan; lê ji mirovên ku bi eslê xwe Kurd in û ne welatîyên Komarîya Tirkîyeyê ne re ev maf nehatîye dayîn, ev jî kêmasîyekî ciddî ye. Kurd, bi tevî xûşk û birayên xwe yên Tirk ên Misliman yek ji unsurên damezrînerên eslî yên du kes a Komarîya Tirkîyeyê ye. Ji ber vê yekê divê civakên ku bi eslê xwe Kurd in lê ne welatîya Komarîya Tirkîyeyê ne jî wek gelên heman nîjadî werin qebûlkirin û ji heman mafên hiqûqî dikaribin îstîfade bikin.”
Emîroglu herî dawîn, bal kişand ku divê tarîfa welatîbûnê ya di Makeqanûnê de di bingeha îlkeya hemwelatîbûnê de, û wek ku hemî kesan di nav xwe de bihewîne ji nû ve were bidestxistin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Berdevkê Huda Parê Yunus Emîroglu derheqê rojeva derve de daxuyanî da û nirxandinan kir.
Weqfa Êtîman bi armanca piştgirîya ji gelê Xezzeyê ku di bin sîya dorpêç û herbê de micadeleya jiyanê dide re di çarçoveya “Her Roj Sifreyek” de li herêmê her roj şîva germ belav dike.
Parlamenterê Entabê yê HUDA PARê Şahzade Demîr îmzeyên ku li dijî pêkanînên neheq ên Ceryanê yên Dicleyê hatine berhevkirin, pêşkêşî Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş kir.