HUDA PARê derheqê 15ê Tîrmehê de peyamek belav kir: 15ê Tîrmehê, zefera hevpar a gelê me yê ezîz û bibawermend e

HUDA PARê, di salvegera teşebûsa derbeya xaîn a 15ê Tîrmehê de peyameke biniviskî belav kir.
Di daxuyanîya ku ji teref HUDA PARê ve hat belavkirin de hat îfadekirin ku teşebûsa derbeya 15ê Tîrmehê bi xêra îman, cesaret û biryarîya gel ve negihîşt armanca xwe.
Daxuyanîya ku ji teref HUDA PARê ve hat belavkirin ewakî ye:
“Teşebûsa xaînî a 15ê Tîrmehê, tenê ji hikûmetê re teşebûsekî nebû; ev teşebûs, teşebûsa derbeyekî zelal û îşxalekî ji îrade, bawerî û pêşeroja gel re ye.
Ev teşebûsa ku bi emperyalîstan ve hat lidarxistin, bi xêra îman, cesaret û biryarîya gelê me ve negihîşt armanca xwe; gelê me yê ku canê xwe ji tank, bombe û guleyan re kirin sîper, berxwedanekî dîrokî nîşan dan û derbeyê pejikandin.
Divê hemû kes zanibe ku; ev fedekarî û qehremantîya ku gelê me yê ezîz nîşan daye, ji navê tu fêhmekî sîyasî û sazîyekî re nayê nivîsandin. Ev zefer, zefera hevpar a gelê me yê bibawer û bibiryar e. Mixabin, hinek derdorên ku bi nirxên gelê me re pevçûnê dikin, vê zefera gelê Misilman li ser navên xwe dinivisînin û ji bo menfeatên xwe yên sîyasî bikartînin.
Zêhnîyeta derbekerên berê, ev derbeya ku ji teref derbekeran ve bi navê cemaetekî ve hatîye lidarxistin wek beheneyek dibînin û êrîşî bawerîya gelê ku wan derbekeran têk birin dikin. Divê misaade neyê dayîn ku hêza esil a li pişt vê zeferê, ji teref zêhnîyeta derbekaran ve bi çend mefhûman were qirêjkirin û bêqîmetkirin. Divê firsed neyê dayîn ku plana pişt derbeyê bidin jibîrkirin û rihê ku derbeyê berteraf kirîye re zerarê bidin.
Daxwazîya me ya ji Rebbê me ev e ku, bawerî, yekîtî û zindîbûna gelê me yê ezîz daîm bike, li ser van axan jî careke dinê ji tu teşebûsên îşxal û derbeyan re firsedê nede.
Bi vê wesîleyê em ji hemû şehîdên xwe re rehmetê dixwazin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di qezaya ku li nêzî navçeya Bismil a Dîyarbekirê pêk hat de, ku mînîbusek ku karkerên çandiniyê hildigirt gêrê şerempolê bû, 13 kes birîndar bûn.
Serokê Têkildarê Derve yê HUDA PARê Huseyîn Îmîr, derheqê êrîşên rejima îşxalker a sîyonîst de ku bi beheneya bûyerên li Sûweydeyê êrîşê Şamê dike de got, “Bi zelalî vekirîye ku rejima sîyonîst enê ji hêzê fêhm dike. Bêdengî, vê rejima terorê zêdetir wêrektir dike.”
Naîle Aktaşê dayîka Serokê Bajêra Diyarbekirê yê berê yê HUDA PARê Osman Aktaşê wefat kir.
Serokê Têkiliyên Derve yê HUDA PARê Huseyîn Îmîr, li ser êrîşên li ser Sûrîyeyê got, "Divê welatên herêmê li hember polîtîkayên êrîşkar ên rejîma terorîst a siyonîst ku veguheriye îşxaleke fiîlî bêdeng nemînin."