Berdevkê HUDA PARê Ramanli: Divê pêvajoya parastina delîl û hemî emanetên di dadgehan de ji nû ve werin sazkirin
Berdevkê HUDA PARê û Parlamenterê Êlihê Serkan Ramanli li Meclîsê derheqê rojeva hindir û derveyê welat de nirxandinan kir.
Parlamenterê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli di civîna ku li Meclîsê li dar xist de derheqê skandalên emanetên edlî, kirêkirina ÎBAN, perwerdehîya bi zorê û îxlalên agirbesta li Xezzeyê de axivî. Ramanli, talankirina odeyên emaneta li dadhegan wek cîheke ku mirov dikare sûcan bike nirxand.
“Sîstema ku di odeyên emanetê de rizîyaye”
Ramanli destnîşan kir ku weqayên dizî û sûîstîmalên ku di dadgehan de çêbûne, nîşan dide ku li Tirkîyeyê di sîstema edaletê de krîzeke ewlehîya mezin çêbûye û weha lê zêde kir:
“Li sazîyên ku zêdetir werin parastin ên dewletê jî hewqas bi rehetî dûçarê dizîyê dibe; ev jî nîşan dide ku krîza exlaqî çiqas kûr bûye û wehameta pasa mekanîzmayên denetimê ya sîstemê dide ber çavên me. Divê van bûyeran bi tîtîzî werin tehqîqatkirin; divê di serî de yên ku dizîyê kirine hemî kesên ku mesul in li ber edaletê hesabê bidin. Xeyn ji vêya divê pêvajoya parastina delîl û hemî emanetên di dadgehan de ji nû ve werin sazkirin, divê bi lez û bez mekanîzmeyekî denetimê ya dikare tiştekî bike û biqewet be were damezrandin.”
“Pratîga kirêkirina ÎBANê, bûye pirsgirêkekî hiqûqî û civakî ya cîddî”
Ramanli bal kişand ku belavbûna kirêkirina ÎBANê ciwanan kirîye wek “bargirên ku nayên dîtin” ên sûcê, ciwan jî ji ber zehmetîya aborî bi bêşiûrî tevlî tora sûcan dibin.
“Dirêjbûna pêvajoya perwerdehîya bi zorê, li ser mamoste û xwendekaran pirsgirêkên cuda derdixe holê”
Serkan Ramanli destnîşan kir ku dirêjbûna pêvajoya perwerdehîya bi zorê, li ser mamoste û xwendekaran pirsgirêkên cuda derdixe holê, “Hejmarê xwendekaran ku zêde dibin, sevîyeyên hînbûna cuda yê di sinifan de û mifredata zêde, karê mamosteyan zêde dike û têrbûna meslekî kêm dike. Pirsgirêkên dîsîplînê yên di nav sinifan de û xwendekarên ku naxwazin werin mektebê, têkilîyên mamoste-xwendekaran ziîf dike; nirxên rûmet û ewlehîyê bi xerabî tesîrdar dike. Di warê meslekan de jî dibe kêmasîya elemanên ku karê wê meslekê dizanin, xeyn ji vêya li ber zanîngehan jî dibe zêdebûna xwendekaran û ji ber vê yekê ciwan bi gelek derengî dibin xwedî meslekekî. Ji ber vê yekê divê di lîseyê de perwerdehîya bi zorê ji nû ve were sazkirin û çêkirin, xwendekarên ku naxwazin bixweyînin bila ji wan re di warê meslekê de cîh were çêkirin û teşwîqkirin. Bi vê şeklê cîhên perwerdehîyê hem bibe cîhekî bifeyde û birûmet.”
“Li Xezzeyê îxlala ji 500î zêdetir: Divê cîhan rabe ser pîyan”
Ramanli derheqê rewşa dawîn a li Xezzeyê de jî axivî û îfade kir ku êrîşên rejima îşxalker berdewam dike û ji 500î zêdetir îxlal hatin qeydkirin:
“Digel agirbesta ku di 10ê Cotmehê de ketîye merîyetê vir ve, rejima îşxalker li Xezzeyê êrîşên xwe berdewam kirîye û ji 500î zêdetir îxlal derbasî qeydan bûye. Berê ji van êrîşan re hinek welatan bertek nîşan didan lê niha wî jî nakin. Û ev rewş bûye tiştekî normal û nîşan dide ku ‘îradeya navneteweyî’ bêfeyde maye.”
Serkan Ramanli bal kişand ku civaka navneteweyî û welatên garantor mesulîyetên xwe bicîhnaynin:
“Welatên garantor û yên ku bûne navbeynkar, digel bibîrxistina mesulîyetên wan a ji teref Hamasê ve dîsa jî û mixabin mesulîyetên xwe bi cîh naynin. Rejima îşxalker a terorê hemî êrîşdarî û çalakîyên xwe bikartîne û dema ku vana bikartîne jî li hember wî tû denetim an jî mueyyîdeyek tineye. Rola raya giştî ya di warê sekinandina van êrîşan de dîsa bûye krîtîkek. Bertekên Civaka Sîvîl, gel û çêpemenîyê di rakirina hikûmetan de gelek muhîm û tesîrdar e. Ji ber vê yekê em bang li gelan dkin ku zextê bidin ser hikûmetên xwe û bêdeng nemîni, dakevin kolan û meydanan, li her platformê ji bo Filistînê rabin pîya.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezareta Çandinîyê ya Herêma Kurdistana ragihand ku asta ava bendavan ji ber tesîrên pêla dawî ya baran û lehîyên du rojên borî bi awayekî berçav zêde bûye.
Ji ber şert û mercên hewayê yên nebaş, geştên hewayî yên di navbera Stenbol û Kerkûkê de demkî hatine rawestandin.
Li gorî bultena statîstîkên trafîkê ya ku ji hêla Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê ve hatiye weşandin, di meha Mijdarê de li Dîyarbekirê 706 qezayên trafîkê qewimîne, di encamê de 6 kes mirine û 509 kes jî birîndar bûne.
Weqfa Êtîman ku ji malbatên êtîm û mihtac re alîkarîyan dike, ji malê êtîmên Dîyarbekirî re jî alîkarîya ar û dû kir.