Li Herêma Kurdistanê asta ava bendavan zêde bûye
Wezareta Çandinîyê ya Herêma Kurdistana ragihand ku asta ava bendavan ji ber tesîrên pêla dawî ya baran û lehîyên du rojên borî bi awayekî berçav zêde bûye.
Li gorî îstatîstîkan, tenê di her du bendavên Dûkan û Derbendîxanê de zêdetirî 100 milyon metrekup av hatiye hilanîn. Asta ava Bendava Derbendîxanê 1.5 metre û ya Bendava Dûkanê jî 70 santîmetre bilind bûye.
Derbarê bendav û golên piçûk de, li parêzgeha Silêmanî û rêveberiya Germiyanê hemû tijî bûn. Di heman demê de, bendavek li parêzgeha Hewlêrê ji avê derketiye û yên dinê jî mîqdarek baş av kişandine. Li Duhokê, asta ava bendavan zêde bûye lê bi rêjeyek kêmtir ji deverên din.
Wezareta Çandiniyê got ku tesîrên vê pêlê dê di rojên pêş de jî berdewam bikin û tê texmînkirin ku mîqdara ava ku dikeve bendavên mezin hêj zêdetir bibe. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji ber şert û mercên hewayê yên nebaş, geştên hewayî yên di navbera Stenbol û Kerkûkê de demkî hatine rawestandin.
Li gorî bultena statîstîkên trafîkê ya ku ji hêla Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê ve hatiye weşandin, di meha Mijdarê de li Dîyarbekirê 706 qezayên trafîkê qewimîne, di encamê de 6 kes mirine û 509 kes jî birîndar bûne.
Weqfa Êtîman ku ji malbatên êtîm û mihtac re alîkarîyan dike, ji malê êtîmên Dîyarbekirî re jî alîkarîya ar û dû kir.