Îşxalkeran ji Girên Golanê yên îşxalkirî derbasî Sûrîyeyê bûn
Rejîma îşxalker ragihand ku komek îşxalker ji herêma Mecdel Şems a li Bilindahiyên Golanê yên îşxalkirî derbasî axa Sûrîyeyê bûne û yên li nêzî sînor hatine girtin jî vegerandine.
Rejîma îşxalker ragihand ku komek îşxalkerên ku ji Girên Golanê yên îşxalkirî derbasî axa Sûrîyeyê bûn, hatine girtin û vegerandine.
Rejîma îşxalker diyar kir ku kom piştî gihîştina herêma Mecdel Şems a li Bilindahiyên Golanê yên îşxalkirî, ji sînor derbasî axa Sûrîyeyê bûne.
Li gorî daxuyaniyê, rejîma îşxalker ku operasyonên lêgerînê dimeşand, koma ku derbasî axa Sûrîyeyê bûbû li herêmeke nêzîkî sînor girt û ew vegerandin Bilindahiyên Golanê yên îşxalkirî.
Di heman demê de, roja Înê hate ragihandin ku hinek ji îşxalkeran bi armanca derbasbûna nav Sûrîyê gihîştin xeta sînor a li başûrê Girên Golanê yên îşxalkirî. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf û Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkîyan di hevdîtina xwe ya li Bîşkekê de li ser aloziyên herêmî û peymana Îran-Emrîkayê axivîn. Îslamabadê diyar kir ku ji bo aştiyeke mayînde divê pêvajoya dîplomatîk berdewam bike.
Çeteyên niştecihbûnê ji bilî êrîşên xwe yên li ser Filistîniyan li Şerîaya Rojava, cihên îbadetê jî dikin hedef. Êrîşa dawî ya li ser Mizgefta Îmadedîn Zengî, hejmara mizgeftên ku ji destpêka sala 2026an vir ve hatine şewitandin an jî bûne hedefa şewitandinê gihandiye herî kêm 11 mizgeftan.
Li Efxenistanê, ku zehmetîyên aborî û xizanî berdewam dikin, bi taybetî zarok di gihîştina pêdiviyên bingehîn de zehmetiyan dikişînin. Kompleksa Mezin a Êtîmxaneyê, ku niha ji hêla Weqfa êtîman ve di bin çêkirinê de ye, armanc dike ku ji bi sedan zarokên bê dê û bav re stargehek ewle, perwerdehî û lênêrîna tenduristiyê peyda bike.
Rayedarên Nepalê ragihandin ku hejmara qurbaniyên ji ber hezaza mezin gihîştiye 1010 kesan û 4599 kes jî hîn winda ne.