Pakistan tekezî li ser dîplomasiyê wekî çareseriyek ji bo aloziyên Îran-Emrîkayê dike
Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf û Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkîyan di hevdîtina xwe ya li Bîşkekê de li ser aloziyên herêmî û peymana Îran-Emrîkayê axivîn. Îslamabadê diyar kir ku ji bo aştiyeke mayînde divê pêvajoya dîplomatîk berdewam bike.
Pakistan hewlên xwe ji bo çareserkirina aloziyên di navbera Emrîka û Îranê de bi rêya dîplomasiyê didomîne.
Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf li Bîşkekê, paytexta Qirxizistanê, di çarçoveya civîna Konseya Serokên Dewletan a Rêxistina Hevkariya Şanghayê de bi Serokkomarê Îranê Mesûd Pazeşkiyan re civiya.
Li gorî daxuyaniyek ji Ofîsa Serokwezîrê Pakistanê, her du serokan li ser geşedanên dawî yên li herêmê, û her weha xurtkirina têkiliyên dualî û projeyên girêdana herêmî axivîn.
Şerîf diyar kir ku Peymanên Îslamabadê yên di navbera Îran û Emîkayê de hatine îmzekirin bingehek girîng ji bo pêkanîna aştiyek mayînde pêşkêş dikin û divê têkiliyên dîplomatîk berdewam bikin. Serokwezîrê Pakistanê her wiha bang li her du aliyan kir ku xweragir bin.
Ev civîn girîng e ji ber ku piştî êrîşa Emrîkayê li ser hedefên Îranî li Girava Lark û tolhildana Îranê li dijî baregehên Amerîkî li Urdunê tê.
Herwiha aliyê Îranî diyar kir ku berdewamiya şer ne di berjewendiya herêmê de ye, di heman demê de Pezeşkîyan got ku ew amade ne ku peymanê bicîh bînin ger Washington wezîfeyên xwe yên di bin peymanê de bicîh bîne.
Bi vî awayî Pakistan hewl dide têkiliyên xwe yên nêzîk bi Tehranê re biparêze û di heman demê de rola xwe ya dîplomatîk di parastina rêgirtina li ber zêdebûna aloziya Îran-Emrîkayê bo pevçûneke herêmî ya berfirehtir de diparêze. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hejmara şehîdên ku di êrîşên rejîma sîyonîst a li ser Xezzeyê de ji Cotmeha 2023an vir ve hatine kirin, gihîştiye 73 hezar û 462 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 174 hezar û 509 kesan.
Çeteyên niştecihbûnê ji bilî êrîşên xwe yên li ser Filistîniyan li Şerîaya Rojava, cihên îbadetê jî dikin hedef. Êrîşa dawî ya li ser Mizgefta Îmadedîn Zengî, hejmara mizgeftên ku ji destpêka sala 2026an vir ve hatine şewitandin an jî bûne hedefa şewitandinê gihandiye herî kêm 11 mizgeftan.
Li Efxenistanê, ku zehmetîyên aborî û xizanî berdewam dikin, bi taybetî zarok di gihîştina pêdiviyên bingehîn de zehmetiyan dikişînin. Kompleksa Mezin a Êtîmxaneyê, ku niha ji hêla Weqfa êtîman ve di bin çêkirinê de ye, armanc dike ku ji bi sedan zarokên bê dê û bav re stargehek ewle, perwerdehî û lênêrîna tenduristiyê peyda bike.