Mizgeftên li Şerîaya Rojava bûn hedef: Di sala 2026an de herî kêm 11 mizgeft hatin şewitandin
Çeteyên niştecihbûnê ji bilî êrîşên xwe yên li ser Filistîniyan li Şerîaya Rojava, cihên îbadetê jî dikin hedef. Êrîşa dawî ya li ser Mizgefta Îmadedîn Zengî, hejmara mizgeftên ku ji destpêka sala 2026an vir ve hatine şewitandin an jî bûne hedefa şewitandinê gihandiye herî kêm 11 mizgeftan.
Li Şerîaya Rojava ku di bin îşxala rejîma sîyonîst de ye, çeteyên niştecihan êrîşên xwe yên li ser Filistîniyan û cihên pîroz didomînin.
Di dawiyê de, niştecihên gund Mizgefta Îmadedîn Zengî li gundê Bazariya bakur-rojavayê Nablusê, hedef girtin û di saetên sibehê de beşek ji mizgeftê şewitandin. Ji ber ku êrîşkaran nekarîn bikevin tevahiya mizgeftê, odeyek di hundir de şewitandin û li ser dîwaran dirûşmeyên nijadperestî nivîsandin.
Bi vê êrîşê, ji destpêka sala 2026an vir ve li Şerîaya Rojava hejmara mizgeftên ku hatine şewitandin an jî bûne hedefa şewitandinê gihîştiye herî kêm 11an. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hejmara şehîdên ku di êrîşên rejîma sîyonîst a li ser Xezzeyê de ji Cotmeha 2023an vir ve hatine kirin, gihîştiye 73 hezar û 462 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 174 hezar û 509 kesan.
Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf û Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkîyan di hevdîtina xwe ya li Bîşkekê de li ser aloziyên herêmî û peymana Îran-Emrîkayê axivîn. Îslamabadê diyar kir ku ji bo aştiyeke mayînde divê pêvajoya dîplomatîk berdewam bike.
Li Efxenistanê, ku zehmetîyên aborî û xizanî berdewam dikin, bi taybetî zarok di gihîştina pêdiviyên bingehîn de zehmetiyan dikişînin. Kompleksa Mezin a Êtîmxaneyê, ku niha ji hêla Weqfa êtîman ve di bin çêkirinê de ye, armanc dike ku ji bi sedan zarokên bê dê û bav re stargehek ewle, perwerdehî û lênêrîna tenduristiyê peyda bike.