Xameneî ji gel re vîdeoya pîrozbahîyê şand

Rêberê Şoreşa Îslamî ya Îranê Ayetullah Seyyîd Alî Xameneî, piştî êrîşên rejima îşxalker a li dijî Îranê vîdeoyek belav kir û gelê Îranê pîroz kir.
Îmam Xameneî, gelê Îranê ku li hember êrîşên sîyonîst û Emrîkayê sekinekî yekîtî û bihevrebûnê nîşan dan pîroz kir.
Serokê Şoreşê, mezinahîya xelkê û karaktera wan a ku derketîye pêş bi van gotinan îfade kir:
“Gelê Îranê di vê meseleyê de kamilbûnekî mezin û karakterekî ku derdikeve pêş nîşan da. Eşkere bû ku ev gel dema ku hewce bike dibe yek deng û hemd ji Xwedê re ku ev jî pêk hat.”
Xeyn ji vêya Xameneî fuzeyên ku ji rejima îşxalker avêtine û ji baregehên Emrîkayê yên li Qeterê re hatine avêtin wek “sîleyek” bi nav kir û dûre weha got:
“Serokê Emrîkayê, di axavtineke xwe ya li Emrîkayê de got, ‘divê Îranê teslîm bibe’ Teslîm bibe! Êdî mesele ne meseleya pêşvebirina uranyumê ye, ne senayîya nukleerî ye, mesele ev e ku muxatab Îran e. Ev gotin, ji devê Serokê Emrîkayê re wê zêdetir mezin were.”
“Encax ev gotin rastîyekî derxist holê. Emrîkayîyan ji şoreşê vir ve bi Komarîya Îslamî ya Îranê re micadeleyê dike, daîma beheneyan derdixin: Mafên însanan, parastina demokrasîyê, mafê pîrekan, dewlemendkirin, meseleya nukleerî, bernameya fuzeyan… Lê bi rastî ew tiştekî tenê dixwazin: Teslîmbûna Îranê. Yên berîya vêya vê rastîyê nikaribûn bigotana çîmkî nedihat qebûlkirin. Ew vana bi navên cuda vedişartin. Ev mirov, (Serokê Emrîkayê) jî vê rastîyê derxist holê, nîşan da ku Emrîkayîyan tenê teslîmbûna Îranê qebûl dikin, kêmtirê wî qebûl nakin. Ev cîhekî muhîm e! Bila gelê Îranê zanibe ku sedema vê micadeleyê ev e û ev heqaretekî mezin e. Lê ew ê tu dem tiştekî ewakî çênebe, tu dem.”
Rejima sîyonîst di 12ê Hezîranê de li dijî Îranê êrîşekî dabû destpêkirin û balafirên Emrîkayê jî dexlê herbê bûbû û bi wan balafiran tesîsên nukleerî ya Îranê bombebaran kiribû, dûre Îranê jî barageha Emrîkayê ya li Qeterê bi tundî bombebaran kiribû.
Di herba ku 12 roj berdewam kir de agirbest hatibû îlankirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hikûmeta Îrlandayê pêşnûmeyek pejirand ku tê de qedexeya hatina berhemên ku ji wargehên sîyonîst ên li Şerîaya Rojava û Qudsa Rojhilat tên îtxalkirin heye, û ev yek Îrlanda dike yekem welatê Ewropayê ku bi fermî vê gavê diavêje.
Merasîmên girseyî yên cenazeyê berpirsên payebilind ên sîvîl û leşkerî yên ku di êrîşên rejîma sîyonîst de şehîd bûne li Tehranê berdewam dikin. Saziyên giştî ji bo beşdarbûna merasîman hatine girtin.
Siyonîstên îşxalker li Xezzeyê kon û dibistanên ku sîvîl lê diman hedef girtin. Di êrîşên tevahiya rojê de herî kêm 74 Filistînî şehîd bûn û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Di operasyonên Ensarullahê ku ji bo piştgirîya Xezzeyê li dijî rejima sîyonîst dane destpêkirin de bûyerekî nû pêk hat. Fuzeyeke ku ji hêla Yemenê ve hat avêtin li nêzê Bîrûssebîyê teqîya.