Berpirsên Îranê ku di êrîşên rejîma sîyonîst de hatine qetilkirin têne oxirkirin

Merasîmên girseyî yên cenazeyê berpirsên payebilind ên sîvîl û leşkerî yên ku di êrîşên rejîma sîyonîst de şehîd bûne li Tehranê berdewam dikin. Saziyên giştî ji bo beşdarbûna merasîman hatine girtin.
Niha li Tehrana paytexta Îranê merasîmên cenazeyê yên girseyî ji bo berpirsên payebilind ên sivîl û leşkerî yên ku di êrîşên dawî yên rejîma sîyonîst de şehîd bûn, berdewam dikin.
Li gorî daxuyaniya Waliyê Tehranê Mihemed Sadiq Mutemedyan, ji ber beşdarbûna raya giştî û karmendên giştî di merasîman de, îro hemû saziyên li paytextê girtî bûn.
Merasîm serê sibê li Qada Şoreşê dest pê kirin û zêdetirî 60 şehîd ji hêla malbatên wan, rayedarên dewletê û gel ve di rêwîtîya xwe ya dawî de têne oxirkirin.
Di êrîşên ku rejîma sîyonîst di 13ê Hezîranê de li ser tesîsên nukleerî û fermandariya leşkerî ya Îranê kirin de, Serokê Fermandariya Giştî ya Îranê, Fermandarê Sipaha Pasdarên Şoreşê û gelek fermandarên pilebilind û her wiha 9 zanyarên nukleerî şehîd bûn.
Gelê Îranê di merasîmên cenazeyê yên ji bo rayedarên dewletê û fermandarên leşkerî têne lidarxistin de peyama yekîtî û berxwedanê dide. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di êrîşeke bi wesayîteke bombebarkirî de li parêzgeha Xayber Paktûnxwa ya Pakistanê 13 kes hatin kuştin û 29 kes jî birîndar bûn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 56 hezar û 412an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 133 hezar û 54 kesan.
Tûgayên Qessam ên baskê leşkerî yê Hamasê ragihand ku wan bi mûşekên dijî-tank ên "Yasin 105" li çar wesayîtên zirxî yên avahîsaziyê yên aîdî artêşa îşxalker xistine û di wesayîtan de agir derketiye.
Pitikê bi navê Hanî, ku dema ew tenê çar mehî bû, mala wî di êrîşa sîyonîstan de li Xezzeyê wêran bû, lingê wî qut bû û laşê wî bi şarapnelê tijî bû. Dayika wî ji bona ku pitika wê nemire daxwaza tahliyekirina tenduristî ya bilez dike.